9 Eylül 2012 Pazar

Şaredariya Bazidê Pirsgirêkên Jinan Çareser Dike

 AGIRÎ (DÎHA) - Mala Cilşoyê û Navenda Piştevaniya Jinan a Şaredariya Bazidê, ji bo pisgirêkên jinan ên civakî û aborî çareser bikin ketin nava hewldanan.


Şaredariya Bazîdê û Sefaretxaneya Japonyaye ji bo piştevaniya jinan bikin li ser projeya hevpar ên ji xebatên perwerdehî, semîner, çalakiyen civakî û çandî pêk tên kirin. Piştî hevkariya Bazîdê û Sefaretxaneya Japonyayê di 11'ê tebaxa 2011'an de li Bazidê Mala Cilşoyê û Navenda Piştevaniya Jinê hatin vekirin. Li vir civaknakes, mamosteyek û gelek personel kar dikin. Her hefte bi mijarên cuda jin niqaş dikin û li ser pirsgirêken xwe li çareseriyê digerin. Dîsa li ser perwerdehiya zimanê zikmakî ya zarokan hûr dibin. Heta niha 46 jinan serî li navendê dan û sûd jê girtin.

Civaknasa Navenda Piştevaniya Jinan Ozlem Arici, anî ziman ku pirsgirêkên jinên herêmê hemû dişibin hev û wiah got: "Em pirsgirêkên jinan tespît dikin û pişt re ji bo çareseriyê dikevin nava hewldanan. Navenda ku ji aliyê Şaredariya Bazîde ve hatiye vekirin gelek girîng e. Em li vir xizmeta civakî, çandî û derûnî didin. "

'Piştgiriya hiqûqî û tenduristiyê didin'

Arici, anî ziman ku li Bazîdê ji ber ku tenê saziyek jinan heye, bi dehan jin serî li wan didin û pirsgirêkên xwe bi wan wan re parve dikin. Arici, anin ziman ku ji bo pirsgirêken wan çareser bikin semîner û panelan didin. Arici, destnişan kir ku li gel xizmeta civakî û çandî xizmeta tenduristî û hiqûqê jî didin û wiha got: "Ji bo jin karibin bi hêsanî pirsgirêkên xwe bînin ziman doktorêp siprop semîneran didin. Divî li Bazîdê saziyên jinan zêde bibin. Em ji bo bibin alîkariya jinan em seferber bûne.

Hîndekara Atolyeya Pêşxistina Zarokan a Mala Cilşoxane û Navenda Piştevaniya Jinan Eda Tayfur jî anî ziman ku li Bazîdê qadek xebatên civakî tune û ji ber vê yekê pir zahmetiyê dikişînin. Tayfur, anî ziman ku li atolyeyê xebatên wekî resîm, şano, muzik û gelek xizmeten din didin jinan. Tayfur, destnîşan kir ku li ser perwerdehiya kurdî jî xizmetê didin û nêzî 50 xwendekar li ser mijarên cuda xizmetê digirin. Tayfur, da zanîn ku berê daxwaz û hunerên zarokan fêr dibin û li ser hunerê wan perwerdehiyê didin.

Korkmaz: Em bang jinan dikin û dixwazin bên serî li me bidin

Şaredara Bazîdê jî anî ziman ku ji bo Navenda Jinan û Cilşoxaneyê vekin ketin nava hewldanên mezin û wiha got: "Navenda Şewirmendiya Jinan ji bo jinên Bazîdê gelek girîng e. Êdî bûye navenda çareseriya pirsgirêkên jinan. Ji bo bêtir em bibin bersîva daxwazên jinan û pirsgirêkên wan çareser bikin em dê di nava hewldanan de bin. Em bang li jinên Bazîdê didin û em dixwazin bi her şêweşî bên serî li wan bidin.

ARARAT ARAS / ERCAN OZHAN













Hiç yorum yok:

Yorum Gönder