Berê pir xweş bû; Kalikê min me ra laqirdiyan pir xweş digotin. Guhê me digirt û digot:
-Te kera min avda?
-Erê min avda
-Te ava say dayê yan ya germ
-Ya sar
Bi wê gotinê ve, guhê me zêdetir kaş dikir û digot:
-Weyê niha diranê kerê gişt ricifîn
Ji ber êşa guh me vê carê gotina xwe diguhurand:
-Na na min ava kel dayê
-Pîî niha diranê kerê gişt mahiyan
Me dîsa gotina xwe diguhurand:
-Na na min ava şîrogermî dayê
-Wî niha ker berşuşkî bû
Me lê dinêhêrî ku nabe. Dîsa gotina xwe diguhurand. Ji ber ku kalikê min çiqasî xeberda ew qasî guh dikişand:
-Min ker av neda, min nedayê
-Wey mala minê, niha kera min ji tîbûna biecî
Û dîsa guh dihate kişandin. Guhê me wusa dibû ku, soromoro. Ji ber êjê hindik dima ku em bigirîn. Hin caran jî em digiriyan.
Heya dilê alikê min dixwest guhê me dikşand. Ji boy kera ku tune, ango xeyalî.
Ye kî pariyê çivîkê hebû;
Kalikê min parçayekî çopêk dikire nava desmala xwe û desmal dikire nava du pêçiyan û digot:
-Tu bikaribî, bi zimanê xwe ve çopikê di nava desmalê de derbixî. Ezê pere bidime te.
Gava me zimanê xwe davîte çopik, kalikê min bi herdu pêçiyan xwe ve zimanê me digirt û kaş dikir. Dîsa, dîsa û dîsa. Lê dîsa jî me nikaribû çpik di nav desmalê de derbixin. Her tim ziman dikete nava pêçiyan û kelekî diêşiya.
Nîhatê Agirî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder