Dîrok etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Dîrok etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

19 Ağustos 2017 Cumartesi

Li Stockholmê li ser Serhildana Agirî û Komkujîya Gelîyê Zîla semînerek hat dayîn

Roja şemîyê li Kitêbxaneya kurdî ya Stockholmê li ser Serhildana Agirî û komkujîya Gelîyê Zîla semînereke balkêş hat guhdarîkirin. Semîner ji alî lêkolînerê kurd Sedat Ulugana hat dayîn. Ji ber Ulugana bi xwe ji Gelîyê Zîla ye, agadrîyên wî bi baldarîyeke mezin hat gudarîkirin. Ulugana gelek agadarîyên bi taybet bi dokumentên nivîskî û bi wêneyên dema komkujîyê anîn ber çavan. Ew bi xwe ji malbateke mexdûrê ê komkujê ye, behsa serpêhatîya kurdên gelîyê Zîla û malbata xwe jî kir, vê yekê bandoreke mezin li ser hestên guhdaran kir. Ji çavê gelek kesan hêsirên xemgînîyê dihatin xwar.

17 Ağustos 2017 Perşembe

Merzelê Birayê Ahmedê Xanî Li Kuderê Ye?


Ahmedê Xanî di nava kurdan de kesayetê herî qedirê wî tê girtin e. Him bi neteweheziya xwe û him jî bi oldariya xwe ve ji hêla hemû beşên netewa kurd ve hatiye hezkirin. Wî him xwestiye kurd oldar bin û him jî xwestiye kurd ji milletên din paşdatir, zimanê wan ji zimanê milletên din şûndetir nemîne. Hin di nava gelên di cihanê de fikra netew dewletiyê tunebûye, Ahmedê Xanî ji bo kurdan dewlet xwestiye.

8 Nisan 2017 Cumartesi

Di derheqê Pişîka Pencûrek de

Pencerûk gundekî girêdayî Xamûr'a Agiriyê ye. Gund di nabeyna gundên Malxas, Xididok, Xano û Şêrwêran de ye. Gundê Pencerûk cihekî zef bilind nîne. Lê belê, dema ku  meriv derdikeve çiyayên li hemberî gund, him çiyayê Agirî, him çiyayê Kosedaxê, him bajarê Agirî û him jî navçeya Xamûrê dibîne. Dema mirov çiyayên li dev û dora Pencûrekê dixe bin piyên xwe, mîna teyrekî li asîman her derê dibîne; Aliyekî de avahiyên bilind ên bajarê Agiriyê silavê didene mirovan, aliyekî de Agiriya ku serê xwe xistiye nav asîmanan, aliyekî de Kosedaxa ku berfa wê kêm caran kêm dibe, aliyekî de çiyayên Sêgara yên ku hezar cure çêre û mêwê lê şîn dibin, aliyekî de rast û bestên kesk û şîn, aliyekî de çem û çavkaniyên ku xuşe xuşa ava wan ji dehan kîlometrêyan bi dûr ve tê bihîstin, tev tên kivşê.

1 Nisan 2017 Cumartesi

Axiriya me bibe ya Ûsê Memo

Li Serhedê dema kal û pîr di derbarê xwe de biaxivin, yan jî dema ji dahatûya xwe bitirsin, dibêjin "xwedê axiriya me têxe axiriya Ûsê Memo". Gelo Ûsê Memo kî ye û ew axiriya wî ya ku kal û pîrên kurdan dilê xwe davêjinê çi ye? Ezê di vê nivîsê de qala Ûsê Memo û serpêhatiya wî bikim.

1 Ekim 2015 Perşembe

'Me hestiyên miriyên xwe bi bêrê dan hev û veşartin'

Şahidê Komkujiya Zîlanê Alî Kiliç ê 111 salî got, "Di Komkujiya Zîlanê de 30 hezar kes hatin kuştin. Tevî ku 85 sal di ser re derbas bûye jî ez wan rojan qet ji bîr nakim. Berî ku em cenazeyên xwe veşêrtin, me ew der terikandin."

24 Temmuz 2015 Cuma

ŞOREŞA AGIRÎ

Piştî vê ku dewleta Tirk şoreşa Şêx Se’îdê Pîran serkut kir, û dawî bi vê şoreşê hat, xortên Kurd nehêlan ku rêbaza Şêx Se’îdê Pîran bê rêvîng bimîne. Eva bû ku Rêkxistina Xoybûnê biryar da ku dest bi organîzekirina şoreşeke din li dijî dewleta Tirkiyê bike, ew dewleta ku bi tu awayî amade nebû mafên Kurdan qebûl bike, û diruşma yek ala, yek xak, yek ziman û yek netewe bilind kiribû, û radigehand ku her cihekî sernîzeya Tirk hebe, nabe kes daxwaza mafê xwe yê neteweyî bike.

24 Mayıs 2015 Pazar

Salvegera 89. ya Berxwedana Araradê û Biroyê Heskê Têlî

Li gor çavkaniyên dewletê yên di nivîsên serbazê tirk Reşat Hallı, roja destpêka berxwedanê wek 16 gulana 1926’an tê destnîşan kirin. Di vê rojê û rojtira din de, piştî ku Îbrahim Axa li Mixtepe baregeheke şervaniyê sazkiribû, şerê pêşîn ê di navbera kurdan û leskerên tirkan de derketibû. Dora 50 şerkaran zora artêşa tirk biribû û gelek çek û silehên wê ketibûn destê serhildêran.

12 Şubat 2015 Perşembe

Şêx Behyeddînê Zîlan Birayê Şêx Xalidê Zîlan Şêrên Geliyê Zîlan bûn

Piştî hilweşandina împaratoriya Osmanî û guhertina wê bi Cimhuriya Kemalî di sala 1923 an de û bi taybetî piştî serhildana şêx Seîdê Palo di sala 1925 an de û bidarvekirina wî û her 47 şêx û axayên Kurdan yên pêre, Kemalistan bi hovîtî berê xwe dan şêx û axayên Kurdan yên mayî; Ji berê ve, ew girtin, kuştin û sirgûnî Anadola rojava kirin û pêre jî tev tekî, hicrik û dibistanên olî yên wan şêxan girtin...

Rûpelekî windayî; Hecî Îbrahîmê Qaso Serokê Eşîra Bûbilana û beşdariya wî di biryara Komeleya Xoybûn de

Vê paşiyê ji encamên pirsyan û xepartina min li dor êl, eşîr û malbatên kurdî, ez rastî vê xeleka windayî a beşdarbûna eşîra Bûbilana di alîkariya şoreşa Agirî de hatim.

8 Ocak 2015 Perşembe

‘Komkujiya Zîlanê berê wî da çiya’

(DÎHA) - Bavê endamê PKK'ê Eyup Çetîn (Reşo) ê ku di salên 1990'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 1994'an de li Çiyayê Tendurekê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da Ahmet Çetîn diyar kir ku kurê wî Komkujiya Zîlan a li hemberî gelê kurd pêk hat ji bîr nekir û êşa dilê xwe bi tevlîbûna PKK'ê kewand.

Leşkeran diwarê goristan diparast xira kirin

(DÎHA) – Li navçeya Erdîşê diwarê Goristana Ada Xeybê ya gorên bi hezaran kesên di 1930’an de li geliyê Zilanê hatin qetilkirin hene ji aliyê leşkeran ve hate xirakirin.

21 Kasım 2014 Cuma

Mihemed Cemîl Rojbeyanî: Şoreşa Agirî

Ev nivîsa han ya jerîn, ji qelema kurdî ya mamoste Mihemed Cemîl Rojbeyanî derketiye, di kovara "Roşenbirî Niwe" de (hej. 121, rûp. 151 -161, Adar 1989) li Bexdaye hatiye belav kirin. Reşo Zîlan jî wergerandiye tîpên latînî û sala 1990 an de di hejmara 3 ya kovara Bergeh de weşandiye.

4 Eylül 2014 Perşembe

Li Çiyayê Agiriyê gorek: Mêtingeriya xeyalî li vir veşartiye!

AGIRÎ (DÎHA) - Di bîranîna li Çiyayê Agirî yê biçûk ji bo kesên di Serhildana Agiriyê de jiyana xwe ji dest dan de li hemberî manşet wê demê di rojnameyan de yên weke "Kurdistana xeyalî li vir veşartiye" bi temsîlî gora li ser nivîsa "Mêtingeriya xeyalî li vir veşartiye" hate vekirin.

84 Yıl Sonra Yine Ağrı - Video

Doğubayazıt Belediyesi öncülüğünde küçük Ağrı Dağı eteklerinde Ağrı İsyanlarının (1926-1930) yıl dönümü dolayısıyla Ağrı İsyanları şehitleri anıldı. Anmaya HPG ve HDP ve halkda katılı.

27 Nisan 2014 Pazar

Agirî û Çiyayê Kosedax 1901

 Du wêneyên dîrokî yên herêma Agiriyê. Wêne ji pirtûkeke dîrokî a ermeniyan hatiye hildan.

29 Aralık 2013 Pazar

Bîranînên şahidê 2 serhildanan piştî 20 salan derhetin holê

MÛŞ (DÎHA) - Bîranînên şahidê Serhildana Agirî û Şêx Saîd Fesîh Kaya yê li Navçeya Mîlazgirê ya Mûşê piştî mirina wî 20 sal şunda derketin holê. Di bîranînên Kaya de tê gotin ku di navbera salên 1931 û 1960'an de li Geliyêm Zîlanê de di nav de gelek zarok jî heyî 3 hezar kes tên qetilkirin. Kaya, jiyana xwe piranî ji welatê xwe dûr li Sûriyeyê li koçberiyê derbas kir. Piştî Kaya vegeriya Tirkiyeyê bi salan di girtîgehê de ma û di sala 1990'an de li Mîlazgirê jiyana xwe ji dest dide.

Şahidên dawiyê komkujiya Zîlanê vegotin

AGIRÎ (DİHA) - Şahidê komkujiya Geliyê Zîlana Erdîşa Wanê ku di 13'ê Tîrmeha 1930'an pêk hatibû, axivîn. Şahidan diyar kir ku tevgera leşkeriyê ji bo serhildanê biçewisîne hatiye kirin, lê bi hezaran kesên sivîl hatin kuştin.