1 Eylül 2012 Cumartesi

Merîçê serbest hate berdan: Min edalet li gel HPG’ê dît


Agirî - Lli navçeya Giyadîn a Agiriyê Ahmet Merîç ku ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibû girtin serbest hate berdan. Merîç diyar kir wî ‘Edalet di nava HPG’ê de dîtiye’ û bang li kurdên di nava AKP’ê de kir û got: “Bila ji lîstikên qirêj yên dewletê dûr bikevin.”


Li navçeya Giyadîn a Agiriyê li mezgara Kurd a gundê Geredîm di 21’ê tebaxê de Ahmet Merîçê 57 salî bi hiceta ku ‘bi dewletê re di hevkariyê de ye’ ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibû binçavkirin, serbest hate berdan. Merîç tiştênku jiyabû wiha vegot: “Berbi êvarê komek gerîla hatin mala min û ez girtim. Ji zarokên min re gotin netirsin. Pir baş nêzî min bûn.”

Merîç bang li kurdên AKP’yî kir û wiha got: “Cerdevanên kurd yên di nava AKP’ê de ne bila çekên xwe deynin. Bila ji lîstikên qirêj yên dewletê dur bikevin.” Merîç di lêpirsîna xwe ya dozgeriyê de jî diyar kir ku wî edalet di HPG’ê de dîtiye.” Hevsera Merîç Hatîce Merîç jî ji bo ku gerîlayan hevserê wê berdaye spas kir.


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder