11 Eylül 2012 Salı

Pira Belek Ber Bi Dîroka Windabuyî Ve Diçe

AGİRÎ (DÎHA) – Pira Belek a dirokî ya li navçeya Bazîda Agiriyê ku ji alîyê Mir Mihemed ve hatî çêkirin bi tunebûnê re rû bi ruye. Midûrê Turîzmê yê Agirî Muhsîn Bulut ji bo pira dîrokî rêyên bejahî nişan dan.


Pira Belek a dirokî ya 113 sale li navçeya Bazîda Agiriyê ku ji alîyê Mir Mihemed ve hatî çêkirin bi qedera wê re hatiye hiştin. Ev pir ji bo kevirên reş ji çiyayên Agirîyê binin ji bo saraya Ishaq Paşa berî ku temelê Sarayê beşa yekemin were avêtin di sala 1674’ân de bi duayen Ehmedê Xanê hatiye çêkirin. Ehmdê Xanê carnan diçe vê pire, li avzêlka li gel vê pire ji qamîş pênûsa tîran amade dike di berhemê xwede diyar dike. Xanî li ser pire dirûne, li Avzêlkê li gel pire jiyana li vê avzêlkê bi nivîsekê digre dest.

Ji çaxê teknolojîyê kevir derdixe

Pira Belek a 7 kilometre li ser riya Bazîd Îranê avzêlka Çemê Zer e, demek dirêje bê ewlekarî haya niha hatiye li gel vê yeke jî li gel piren ku bi tek teknolojiye hatine inşakirin gelek xweşiktir e. Nêzîkî 20 metreyan rojhilatê pirê 6.x 6 metre bi situriyek wekî deriyek bi plana çarguşe hatiye çekirin. Tê gotin ku ev sitorî Ishak paşa weke beregeh bi kar anîye. Baregeh bi armanca parastina pire di demê dawîya dewleta Osmaniyan de hatiye avakirin û ji aliye alaya Hamîdiyê ve hatiye bi karanîn. Tê aanîn piştî komarê ev baregeh hin nivxê xwe zede dike. Tê gotin di serhildana Çiyê Agirî de payedarên dewletê, ji serokên sere xwe li Çiyayê Agirîyê bilin kirin, Broyo Hesike Telli (biryim Aga), Ihasan Nûrî Paşa dem dem liv ir hevditin kirine. Bi demêre ji ber mêzenekirinê kevirên ku hatine bi karanin hemu hilweşane di roja mede weke xerabeyekêye. Diwarê pire hemû di rewşa hilweşinêdeye. Pira dirokî her roj hinek dine bi tinebunêre rû bi rû dimîne.

Midûriyeta Çandê xwe parast 

Midurê Çand û Turîzmê yê Agiriyê der barê pira dîrokî Piroa dirokî ya ku bi tinebunêre rû bi bû hatî hiştin Mûdûrê çandê yê bajarê Agirîyê Muhsîn Bulut re hevdîtinek kir lê Bulut diyar kir ku çêkirina pire ne girêdayî wane ji bo çareseiyê pêşniyarek zoraki kir. Bulut anî ziman ku çêkirian vê pire girêdayî Mûdûryeta rêyên bejayîne. Bulut got: “ ji be ku pira dirokî di nava xebata rêyên bajhîdeye , me ji restorekirina wê teklif kir lê ji berk u ne girêayî me bu me me nekari em çekin. Me li sala 2005 2006 teklif da ji bo çêkirian wê lê ji berk u yetki ne di deste mede bû xebata me neçêbu.”




Hiç yorum yok:

Yorum Gönder