6 Eylül 2012 Perşembe

Lîloza Serhedê


Lîloza (Lale) Serhedê jî mîna Lîloza bi navê Lîloza Kurdistanê ya ku li Colemêrgê hêşîn dibe, tenê li Kurdistanê heye. Ev lîloza ji tunebûnê re rû bi rû ye, ango êdî zêde nayê dîtin. Heya niha tenê li Qereyaziya Erziromê û çiyayê Kosedaxê yê ku li navçeya Agirî Zêdkanê hatiye dîtin.


Hebûna Lîloza Serhedê ya ku li Qereyaziyê di nav herkesî û bi taybetî bi fermî hatiye pejirandin. Lê ya ku li Zêdkanê (Elajgir) hîna nehatiye pejirandin. Ji ber ku kesên pisporê vî karî nehatine çiyayê Kosedaxê û lêkolîn nekirine.

Sala par du Hollandayiyan li Qereyaziyê koka 57 Lîlozan hildabûn û xwestibûn ku, bi dizî bibin welatê xwe. Lê dema ku çûbûn deriyê sînor yê Kapıkuleyê hatibûne girtin û ew kokên lîlozan jî ji wan hatibûn stendin. Piştî wê bûyerê, bi rojan medyaya tirk her tim qala van lîlozan kir. Tirkan jêre gotin Lîloza Qereyaziyê.

Sala par hevalekî me yê ku gundê wî li quntara çiyayê Kosedaxê ye. Piştî ku ev lîloza di medyayê de tirk de her tim derdikeve, rojekê ji boy ger û geştê derdikeve çiyayê Kosedaxê. Derdikeve ser serê çiyê, mêze dike ku ew lîloza ku medyaya tirk jêre dibêje Lîloza Qereyaziyê li ser çiyayê Kosedaxê jî heye. Hevalê me dixwaze wêneyê wê bikîşîne lê mixabim ku, li cem wî wênekêş tuneye. Naxwaze lîlozê bi kokê ve rake jî. Biryara xwe dide ku sibetirê dîsa bê û wêneyê wê lîlozê bikîşîne. Sibetêrê bi derketina rojê ve, hevalê me wênekêşê hildide û berê xwe dide ser çiyayê Kosedaxê. Nêzîkî nîvro derdikeve serê çiyê. Lê mixabim ku wexta diçe wî cîhî, lîlozê nabîne. Li dewsa lîlozê vekolandî bûye, hevalê me fêhm dike ku ev ne karê gundiyan e, ev karê pisporên vî karî ne. Ji ber dev û dora lîlozê vekolandine û wusa lîloz bi kokê ve derxistine. Piştî wê, hevalê me gelekî lîloza ku em jêre dibêjên Lîloza Serhedê digere lê mixabim ku, tu carî nabîne.

Dengê Agirî News Agency  / Nîhatê Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder