Êrîşan dibine ser gundên Kurdên misilman û gelek Kurdan dikujin. Kurdên sax dimînin jî mecbûr dimînin û direvine vî aliyê Beravareş û Çemê Erez. Êla Redkan a ku îro li Serheda jorîn ji dusedî zêdetir gundên wan hene bi giştî ji Rewanê revîne. Dîsa êla Dilxêrî bi piranî ji Rewanê hatine. Beşeke êla Azîzan û beşeke êla Geltûriyan jî ji Rewanê revîne hatine bakur.
Mijara vê nivîsê, reva êla Azîziyan e ku bi pêşengtiya Mûsayê Nemet ji Rewanê direvin û têne bakurê Kurdistanê ye; Wekî min li jorê jî qalkir, dema Fille ji bakur direvin diçin li devûdora Rewanê bicih dibin, şevê êrîşê didine ser çend gundên Kurdan, gelek Kurdan dikujin. Kurdên saxmayî jî mecbûr dimînin û direvine bakur. Yek ji wan jî Mûsayê Nemet û êla wî, êla Azîzî ye.
Mûsayê Nemet êleke mezin dide peyê xwe, tê Agiriyê. Tê di navbera gundên Qazî, Zîro, Qopqiran û Mengeser de konan vedigrin. Azîziyên ji gundên Şeko dibîhîzin ku pismamekî wan bi tevî xizmên wan hatiye herêma wan, diçine cem wan. Mezinekî Azîziyan yê ji gundê Şeko yê bi navê Mexso, Mûsayê Nemet re dibêje:
- Mûsa Axa, te êleke mezin daye peyê xwe, tu hatî vê derê. Were, gundê Qazî, Zîro, Mengeser, Qopqiran, Xidir, Qelender, Poxana û yên devdorê gişt vala bûne. Her van gundan pênc-şeş malên xwe têxê, bila ev gundan gişt têkevine destê me. Em ê van gundan de zêdebin, hikim bikin.
Mûsayê Nemet dibêje:
- Mûsayê Nemet bi tevî êla xwe ji Rewanê hatiye, yê têkeve bintûnê te?
Mezinê Azîziyan Mexsoyê ji gundê Şeko dibêje:
- Na heyran, min tu negot were têkeve bintûnê min, ez dibêjim ev gundan tev vala bûne, ji xwe re hilde.
Dikin nakin, Mûsayê Nemet qebûl nake. Êla xwe hildide û berê xwe dide Qersê. Diçin li Dîgora Qersê li gundê Yemençayîrê (Emançayîr) bicih dibin.
Piştî ku Mûsayê Nemet diçe Yemençayîrê, Kurdên ji êla Redkan yên mîna êla Mûsayê Nemet ji Rewanê revîne tên dikevine gundên Qazî, Zîro, Qopqiran, Xidir, Qelender, Poxana û yên devdorê...
Mûsayê Nemet û êla wî çawa ku ji Rewanê direvin û têne Yemençayîrê, niştecihên Yemençayîrê yên Kurdên Êzidî jî beriya hatina wan, ji ber zilma dewleta Tirk, ji Yemençayîrê direvine Rewanê. Nîvîskarên Kurdan yên mezin Heciyê Cindî, Cêrdoyê Gênco, Emînê Evdal û gelekên din, ji Yemançayîrê ne ku bi tevî Kurdên Êzidî ji vî gundî û çend gundên devûdorê direvine Rewanê.
Heciyê Cindî di pirtûka xwe ya bi navê "Folklora Kurda" de, di derheqê Yemençayîrê de wuha dibêje:
"Li ser topa cîhanê cîhê lapî cinetî ji bo min, gundê min e, gundê Yemençayirê. Ez vî gundî, gundê zarotiya xwe, pir hez dikim...Min zû ve Yemençayir nedîtîye...Ez gelekî mukuriya vî gundî dikim. Ji min re bûye hesret û ev hesret nayê rokirinê li ser kaxiz."
Bi rastî dema mirov çîroka Kurdên misilman yên ji Rewanê revîne jî, çîroka Kurdên Êzidî yên ji bakur revîne Rewanê jî hîndibe, dilê merivan zef dişewite. Ez dibêjim xwezil dewleteke me jî hebûye û nehîşta Kurd evqasî bikişînin.
Nîşe: Çavkaniya vê nivîsê, xalê min Ahmet Yel (Hecî Ahmedê Feqî Silto) e. Li Bazîdê gundê Berbere rûdinê. Xalanên min, xalanên pîrika min Cehara Emerê Nado ve ji êla Azîzan in. Celadet Elî Bedirxanê ji êla Azîzan, di helbesta xwe ya bi navê "Bêriya Botan" de wuha dibêje:
"Ez botî me diştexilim her bi pa
Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
Kepirê de ne kozik in, ne jî dar
Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im
Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr
Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr "
25.03.2017
Nîhat Öner
rewan004@hotmail.com
Ev nivîsa ji bo dîroka kurdan gelekî girîng e.
YanıtlaSilAzîzî kîjan gundan hene?
Azîzî li Agiriyê, Şeko, Hasûna û Berberê hene. Li Qazî du mal, Zîro malek,Darebî malek heye. Li Îdirê Qerehacilî, Li Mûşê Gomika Azîza, Li Dîgora Qersê Yemençayîrê, li Erziromê Midirge, li Erdîşê Çelebibax... Wekî din li Qoserê, Kurdistana Rojava û Rûsya hene.
SilEdo'ye Azizi'nin oğlu Rıfat adı. Kayseride büyüdü ve ticaret yaptı, Eşi Hüseyin Paşa'nın kız kardeşinin torunudur. 1976 yılında İnşaat Müteahidi olan kayın biraderi Ekrem Ağaçdelen'in yanına Ankara'ya taşındı. 1999- 2000 yılına kadar görüşüyorduk, o zamandan sonra haberim yok.
YanıtlaSilEdo'ye Azizi'nin oğlunun adı Rıfat'tır. Köylüleri 1988 ler de ANAP iktidarı Döneminde o nü Alıp Köye götürdüler.Akrabaları ona Efendi diye hitap ediyorlardı. Patnos'tan bir bayanla evlendirdiler. Bir süre köyünde kaldı.1990 nın başında tekrar Ankara'ya eski eşi Kebire ablanın yanına döndü.Sonraki Eşinden ayrıldı. Rıfat Abinin bir üvey kardeşi de vardı, adı İsmet'ti ( annesinden) o seksenlerde vefat etti. Sürgünde Kayseri de bizim ailemizin yanındalarmış. Hanımı Kebire abla Hüseyin Paşanın bacısın torunudur. Kebire' nin annesinin babası da Patnos'un Tetka köyünde Yaqubi bir ailedendir. Rıfat Abiyle ben yıllarca görüştüm.
Nihat Öner, sen ve Yazımı okuyan bütün arkadaşlardan özür diliyorum, Ede Azizi'nin oğlunun adını yanlış yazmışım,yirmi yıl görüştüğüm ve yirmi yıla yakındır da görüşmediğim insanın adı Aklımda yanlış kalmış. Rıfat' TIR adı. Rıfat abi ve Kebire abla la ile en yakın ilgi ve destek Cemil Erhan'ın ablası Mürşide Erhan da ndı. Bugün Cemil Bey'i Aradım ikisininde yaşadığını bildiğini söyledi.Detayları ve varsa bir gelişmeyi bana bildirecek.
Feridun Süphandağ
Ağrıda alpaslan mahlesinde Edo'nun bacısının kızı var ismi suveyla o bilir.
YanıtlaSilYavuz Yıldırım
Ez jî Azîzî me, nasnameya kalikê min de Revan dihate nivîsandin.
YanıtlaSilDinçer Çankaya.