11 Eylül 2012 Salı

Mamoste Mehmet A


Ev mamoste Mehmet Alkan e. Min di facebookê de ev wêneyê wî dît, min got ezê di derbarê wî de nivîsekî binivîsînim. Nivîs jî na, sêrpêhatiyên xwe. Mamoste Mehmet Alkan xelqê Gîhadîna Agiriyê ye. Pola 7. û 8. de dibistana bi navê Ataturk a li navenda Agiriyê, mamosteyê min bû.


Min salên 2000''î de xwend. Wî çaxê me Mamoste Mehmet pir hez dikir, merivekî hinekî hêrs bû lê dîsa jî baş bû. Sedema hezkirina me jî, wî bi me re bi Kurdî xeber dida. Dema hêrsa wî bihata wî bixwesta jî nikaribû bi Tirkî biaxive. Hewce bû ew hêrsa xwe bi çêreke Kurdî ve birêve. Gotina wî ya herî bi nav û deng jî "Birçiyê kurê birçiyan" bû. Digot: "Kuro birçiyê kurê birçiyan". Wî wusa digot lê kes bi wî nedixeyîdî. Ji ber ku herkes hînî nîvçêrên mamoste Mehmet bûbû.

Hevalekî me hebû, navê wî Yaqûp bû. Rojekê mamoste tiştek ji Yaqûp pirsî, Yaqûp bersiv neda, Yaqûp re got: "Ker Yaqûp" Dema ew î wusa got em hemû pol em wusa bûn ku ji kena çavên me re hêsir hatin. Mamoste polê re got: "Nekenin kerno, vir şûn de kî/ê bersiva pirsên min nizanibe ezê wan re bêjim ker".

Xwendevanan ew hezdikir, ji ber ku ew merivekî bi şeref û namûs bû. Mîna hinekên din eslê xwe înkar nedikir. Hertim bi serbilindî Kurdî diaxivî.

Ger ez şaş nebim, ew niha li Agiriyê di dibistanekî de midûr e.

N.A

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder