11 Eylül 2012 Salı

Cenazeyên HPG’iyan Erten û Adlîn ji aliyê hezaran ve hatin definkirin

AGIRÎ (DÎHA) – Cenazeyên endamên HPG’ê Mehmet Emîn Erten û Alî Adlîn ên li navçeya Çelê di şer de jiyana xwe ji dest dan û li Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dihatin girin, li Bazîda Agiriyê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeyên "Şehît Namirin û "Bijî Serok Apo" hatin definkirin. Girseya ku li taxa Çîftepinarê dest bi meşê kir û operasyon şermezar kirin rastî mudaxaleya polîsan hat. Çalakî û şer di nava kolanan de belav bû.


Malbatên endamên HPG’ê Alî Adlîn (Birusk Bazid) û Mehmet Emin Erten (Şahin Serhat) yên di 4'ê Tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dan, duh çûn Meletiyê û cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Malbatan piştî cenaze duh wergirtin îro li navçeya Ebexê bi girseyî hatin pêşwatzîkirin û li Goristana Koçkar a Bozîdê bi girseyî bê definkirin.

Konvoya cenaze piştî ku li Ebexa Wanê bi girseyî hate pêşwazîkirin, li ketina Bazîdê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeyên "Şehît Namirin" hate pêşwazîkirin. Di merasima cenaze de Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, Wekîlê Serokê BDP'a Bazîdê Îbrahîm Kaya, Endam û rêveberên BDP'ê yên Bazîd, Avkevir, Abdulrezak Kaya, Patnos, Giyadîn, Qers û Agiriyê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Girsê ewil cenaze birin taxa Barişê malbata dayika HPG’î Adlin. Pişt re darbestên endamên HPG'ê li ser milê xwe kirin û birin malbata dayika HGP'î Erten. Girsê piştî cenazebirin malbatan ji wir jî darbestên cenazeyên HPG'îyan danîn ser milên xwe û birin goristana Koçkarê. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên “Biji Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e", “Tolhildan", "Slav slav ji îmraliyê rehezar slav" û Deşta Bazîdê hêlîna Apociyan" berz kirin. Koma ku li ber avahiya BDP'ê kom bû jî bi çepikan heta goristanê meşiyan û piştgirî dan girsê. Girsê piştî wecîbeyên olî bi cih anîn cenaze defin kirin. Girsê pişti cenaze defin kirin ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Wekîlê Serokê BDP'a Bazidê Îbrahîm Kaya bertekên xwe yên li dijî operasyonan anîn ziman û wiha got: "Me îro 2 kevokên aştiyê yên din ên gelê kurd dîsa defin kirin. "

'Divê em li hemberî zulmê bêdeng nemînin'

Parlenenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî kurdên ku di nava AKP'ê de cih digirin rexne kir û da zanîn ku AKP hêza xwe ji kurdên AKP'î digire û xwest êdî her kes li dijî zulmê bibin yek. Aksoy, ewil sersaxî ji malbatan xwest û xwest êdî kurd li hemberî zext û zulmê yekîtî û rêxistinbûna xwe xurt bikin û li hemberî zulmê bêdeng nemînin. Aksoy, da zanîn ku AKP û Serokwezîr Erdogan îro neheqiya li BDP'ê, gelê kurd û nirxên gelê kurd dike û hêza xwe ji kurdên AKP'î digire û wiha got: "Em dibêjin çi dibe bila bibe lazim e her kes li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin û kesên piştgiriyê didin zilkaran ew jî xayinin. Em dibêjin kesên bê şeref kurdên di nava AKP'ê û li gel Erdogan cih digirin in."

Girsê piştî merasimê dest bi meşê kir

Girsê piştî merasima cenaze, girseyaku xwest heta konê şînê yê li taxa Çiftepinarê bimeşe di rêde rastî mudaxaleya polîsan hat. Girsê jî bi keviran bersîv d







































Hiç yorum yok:

Yorum Gönder