13 Eylül 2012 Perşembe

Qesra Îshaq Paşa piştî 213 salan ji îbadetê re tê vekirin

 BAZÎD (DÎHA) – Qesra Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê piştî 213 salan careke din ji îbadetê re tê vekirin. Li bendê ye ku xebatên restorasyonê yên li dêra dîrokî hatin destpêkirin di nava salê de bi dawî bibin.


Qesra Îshaq Paşa ya di sala 1685'an de di dema kurê Mîr Mihemed Pîrbela Evdî Paşa de temelê wê hate avêtin û Fîlozufê Kurd Ehmedê Xanî jî katîbiya dîwanê rekir, piştî 213 salan careke din ji îbatedê re tê vekirin. Qesra Îshaq Paşa di heman demê de ji aliyê UNESCO'yê ve di "Lîsteya Demî ya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê" de cih digire û xebatên restorasyonê li qesrê didomin.

Qesra Îshaq Paşa li Tirkiyeyê piştî Qesra Topkapi,qesra herî mezin e. Di cîhanê de yekemîn car li Qesra Îshaq Paşa pergala kalorîfer û kanalîzasyonê hate bikaranîn. Dîwar û banê qesrê ji keviran hatiye çêkirin û bi sedan sal berê bêyî teknolojî û teknîkê kevir ji gundê Kotîzê kevirên sipî û Çiyayê Agriyê yê 25-30 kîlometre dûr li ser pişta mirovan û sewalan anîn. Ji ber ku pêvajiya înşata qesrê ya di dema Evdî Paşa de dest pê kir bi dawînebû û di dema kurê wî Îshaq Paşa de bi dawî bû navê wê kirin Qesra Îshaq Paşa. Her çiqas çêkirê qesrê demek dirêj girt û fermî navê wê weke Qesra Îshaq Paşa tê zanîn jî di nav gel de weke Qesra Behlul Paşa tê zanîn. Navê qesrê di gelek destanan de (Perîşan Hanim, Xelîl Beg) û stranên Êrîvanê de weke Qesra Behlul Paşa derbas dibe. Sedema vê yekê hikûmdarê Bazîdê yê dawî Behlul Paşa bû.

Piştî xebatên restorasyonê dê ji îbadetê re bê vekirin

Qesra Îshaq Paşa ya ji 116 odeyan, turbe, mizgeft, birç, hewş, koguş, diwan û salonên heremê pêk tê her sal malvaniya bi hezaran turîstên biyanî û herêmê dike. Midûrê Herêmê yê Abîd û Rolove yê Wanê Endezyar Cemîl Karabayram diyar kir ku Qesra Îshaq Paşa û derdorên wê ji aliyê midûriyeta wan ve tê restorekirin û wiha got: "Li Qesra Îshaq Paşa û Mizgefta Qesra Îshaq Paşa ya li hemberî hewşa duyemîn a de xebatên me yên restorasyonê berdewam dikin. Em hewildidin ku xebatên xwe yên bang û bihêzê bi dawî bikin. Mizgeftê 130 salan ji qesrê re qizmet kir. Ji ber bûyer û geşedanên salên 1800'an de Mizgeftas Qesra Îshaq Paşa ji îbadetê re hate girtin. Ji roja hate girtin heta niha bi tu awayî mizgefet ji îbadetê re nehate vekirin. Xebatên restorasyonê dê di dawiya salê de bi dawî bibin. Êdî dê Mizgefta Îshaq Paşa ji îbadetê re bê vekirin. Çawa hemû mizgeft rems in ev mizgefte jî remsa herêmê û Qesra Îshaq Paşa ye."

ERCAN OZHAN






Hiç yorum yok:

Yorum Gönder