13 Eylül 2012 Perşembe

Îro Qira Pezan Bû

Îro (14.09.2012) rojeke ne xweş bû.

Dohê ez hinekî dereng razam. Ya rast ber bi serê sibê bû ez razam. Îro piştî nîvrô dema ku ez ji xewê rabûm, min têlefona xwe mêzekir, sê bang hebûn. Yek Omer yek Servet ya din jî hejmareke biyanî bû. Min yeku yeku hersêkan re jî têlê xist. Hejmara biyanî jî ya hevalê Omer bû; Gotiye ez hinekî wî bigerim em biaxivin. Piştî wî ez Servet geriyam. Min got xêr e? Got: "Were sûkê emê herine ser xweşiyekî". Min got kî çûye ber emrê Xwedê? Got: "Bavê serokê bajêr ê BDP yê kevn. Ango bavê Xelef Keklîkê ku berê serokê bajêr bû".


Min kincên xwe xwekir, ez ji malê derketim, emê biçûyana gundê Xelef (Ava mesiya). Ez çûme cem Servet, Fatîhê Eledaxê jî li wir, cem Servet bû. Em hersêk bi hevre çûne cem kekê Fatîh. Fatîh, bavê wî apê Ehmed, Servet, Fatîh, ez em maşînê siwar bûn, me berê xwe da Ava Mesiya. Rêya Ava Masiya li jora gundê me re diçe ango rêya bintera rêya şoşê ye. Wexta em çûne hindera gundê me û Mengeser ve. Min nêhêrî ku li wir girseyeke qelebalix heye. Tîrinbêlekî (texsî) pezan xistiye û gelek pez mirdar bûne.

Hema wê deqê niqotî dilê min; Min got ew çibe Ado û Hesoyên xwarziyên min in. Ev pezên wan in. Ez tirsiyam ku, tîrinbêlê wan xistibe. Min kekê Fatîh re got, bisekine em mêze bikin, dibe ku ev pezên zavê me bin. Dibe ku tiştek xwarziyên min hatibe. Ez ji tîrinbêlê peyabûn. Bi peyabûnê re min mêzekir ku Adoyê kurê xwîşka min li wir digirî. Min çavên xwe Heso gerand, min Heso jî dît paşê dilê min hinekî rehet bû.

Min got; "Ado çibû?" Got; "Erebê pezan xist".

Me zavayê me re têlefon vekir, me gotê were erebeyê pezan xistiye. Ado min re digot; "Xalo ez qurbana te bim, neçe li vir be, bavê min wê min xe. Wê bibêje gişt riyê teda pez wuha bûn. Min got: "Na na wusa nabêje netirse, sûcê te tune ye".

Piştî ku zavayê me hat, ser çavê wî spîçîlokî bûbû. Ew jî ji zarokan tirsiyabû, tirsîbû ku tiştek hatiye serê zarokan. Got: "Çibû?". Min got:"Erebeyê pezan xistiye, 5 heb mirdar bûn, 10 heb jî me serjê kirim". Got: "De tiştek zarokan nehatiye, gora pezan de". Min jî got: "Erê ya rast gotina te ye, hewceye em dua bikin ku tiştek nehate serê zarokan. Zarok di vê qezaya xedar de sax filitîn".

Ado xwe xistibû pişta min û min re digot: "Min tenê nehêle, wê min xe. Wê min bikuje, wê min girêde".

Min got:"Na kuro netirse, tiştekî bi te nake, ez li vir im".
Zava gote Ado: "Tu here ber pêz, wan ber bi gund bibe, ez li vir im". Ado çû.

Ez Memoyê bira geriyam û min got: "Memo ez niha hndera rêya şoşê me, fêza ser tapê Mengeser û Qazî. Erebeyê pezên Îbo xistiye û gelek mirdar bûne". Got: "Bisekine ez jî tême wê derê". Heya ku Memo hat, ji xalanên bavê min Evle got: "Deh pez hatine şerjê kirinê, nebe hûn jî yekî bistînin". Piştî ku Memo hat, min jî wî re got, min got nebe emê çend heban bistînin gune ye. Got: "Erê emê bistînin".

Pênc pez mirdar bûbûn, deh jî hatibûne şerjê kirinê. Gundiyên me û gundiyên dev û dorê hemû hatine wê derê. Gotin emê gazî goştfiroşan (qesab) bikin û ew pezê şerjêkirî bifiroşin wan. Goştfiroşan re têlefon vekirin. Yek hat nestand û çû. Yê duyêmîn pereyekî pir kêm dayê ew jî nebû û çû. Memoyê bira derket û got: "Bavo dudu min hildan". Engînê xalanên bavê min û kekê wî Şero ve jî gotin: "yek jî me hilda." Pismamên me yên gundê Zîro re têlefon vekirin sisê jî wan hildan. Mane çar. Herdu malên apên min jî herekî yek hilda, ma dudu. Yek Resîmê kurê meta zavayê me, yek jî Edo û Mîrzeyê gundê me ve hildan û pez neman.

Pezên Zîro û yên mal apanên min ve, min û Memoyê bira ve, me bi maşîna me ve birin. Paşê me herdu pezên me hanîne derê mala me û me ew post kirin. Piştî ku me goşt xilas kir. Diya min û Bavê min ve gotin: "Me bibin gund". Em çûne gund zava got: "Yeke birîndar dîsa hebû me ew jî şerjê kir". Ew jî dane Biloyê xwarziyê me û Mihemeyê kurapê me ve. Wexta ku ew peza şerjê kirin di zikê wê de berxek hebû. Ez ji boy wê berxê pir ber xwe ketim.



Min xwîşa pirsî: "Îbo Ado û Heso re tiştek negot?" Got: "Na, go bira tiştek wana neyê, gora pê de". Ez çûme odê min nihêrî ku xwarziyên min ên belengaz bi kincan ve hatine û razene.
Van herdu belengazan, bihar de wan pezan re li çol û mexelan xwîna xwe xwarin. Belangaziya ku nedîtin nema. Lê mixabim ku hemû belangaziyên wan çûn û çûn. Heyf.... Heyf ku zarokên Kurdan wuha belangaziyê dibînin. Heyf ku zaroktiya xwe re şa nabin. Heyf ku barê li ser pişta wan gelekî giran e. Heyf ku risqê wan kêm e.

Diya min û bavê min ve li gund mala xwîşka min man, em hatine bajêr.

Îro qira pezan hat.

Îro rojeke nexweş bû.

N.A

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder