26 Eylül 2012 Çarşamba

Parlamenterê BDP’ê Aksoy: Ku em Roboskiyê ji bîr bikin bila koka me biqele

 Amed (Rûdaw) – Parlamenterê BDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, di serdana Konê Roboskiyê de, got ew ê tu caran komkujiya Roboskiyê ji bîr nekin û wiha axivî: “Ku em Roboskiyê ji bîr bikin bila koka me biqele.”


Komeleya Mafên Mirovan û Piştgiriya Bi Mazlûman re (Mazlum-Der), li Kuçeya Hunerê ya Amedê, ji bo darizandina kiryarên komkujiya Roboskiyê ev çar roj in Konê Roboskiyê ava kirine. Îro Parlamenterê BDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy û Endamêm Kordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatin serdana kon û piştgirî dan çalakiyê.

Parlamenter Halîl Aksoy, di çalakiyê de diyar kir biryara komkujiyê ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve hatiye dayîn û wiha got: “Beriyakukomkujiya Roboskiyê pêk bê, pêvajoyeke tevlihev li Kurdistanê hebû. Ji aliyekî ve operasyonên leşkerî, ji aliyekê ve jî operasyonên girtinê yên siyasî dewam dikirin. Gelê kurd jî di wê demê de azadiya birêz Ocalan û azadiya xwe dixwest û çalakiyan li dar dixist. Li hemberî van daxwazên kurdan xwestin çavên gelê kurd bitirsînin. Ji bo vê yekê jî komkujiya Roboskiyê pêk anîn. Biryara komkujiyê ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve hatiye dayîn.”

‘Naxwazin berpirsyarên komkujiyê ceza bikin’

Parlamenterê Agiriyê Aksoy, diyar kir Fetullah Gulen di peyameke xwe de gotiye “wan helaq bikin” û wiha berdewam kir: “Ev êrîş di heman demê de piştîdaxuyaniyên Fetullah Gulen û Erdogan pêk hat. Dema bûyerek diqewime dewlet di heman rojê de dikare berpirsên wê bibîne. Lê ev 9 meh in berpirsên komkujiyê hêj nehatine dîtin. Erdogan naxwaze berpirsên komkujiyê bigre. Divê em roboskiyê nedin jibîrkirin. Ji ber vê yekê jî em girîngî û piştgiriyê didin çalakiyên bi vî rengî. Ez dibêjim ku em Roboskiyê ji bîr bikin bila koka me biqele.”

Li Roboskiyê çi qewimî bû?

Hêjayî gotinê ye 9 meh berê li gundê Roboskiya Qilebana Şirnexê bi balafirên şer ên tirk êrîşeke bombeyî li ser gundiyan pêk hatibû. Di encamê de 34 gundiyênkurd jiyana xwe ji dest dabûn. Di nava van gundiyan de zarok jî hebûn. Heta niha jî derbarê kiryarên vê komkujiyê de tu darizandinek pêk nehatiye û kiryar derneketine pêşberî dadgehê.




Hiç yorum yok:

Yorum Gönder