9 Eylül 2012 Pazar

Gel Şaredariya Panosê Pejirand

 AGIRÎ (DÎHA) - Şaredariya Panosê bi xebatên di sala 2011'an de kirin ji aliyê gel ve serkeftî hate dîtin. Armanca şaredariyê ew e ku di sala 2012'an de jî bi xebatên dike navçeyê nû bike. Şaredariyê di demeke kin de pirsgirêkên navçeyê yên weke binsazî, perwerdehî, çand û hûner û strabûnê çareser kirin.


Şaredariya Panosê ya Agiriyê bi xebatên di sala 2011'an de kirin ji aliyê gel ve serkeftî hate dîtîn û ji bo sala 2012'yan jî seferberiya xebatê da destpêkirin. Rêveberiya Şaredariyê ya di hilbijartinên herêmê ya 2009'an de hate ser kar di nava 3 salan de bi xebatên kirin ji aliyê gel ve serkeftî hate dîtin. Rêveberiya Şaredariyê ji bo sala 2012'an jî dest bi xebatên kir. Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz, diyar kir ku roja hatin ser kar heya niha di çarçoveya ramana şaredariya gel tevgeriyan û armanca wan ew e ku bi gel re navçeyê hêj xweşiktir bikin. Yilmaz, anî ziman ku bi ramaneke zelal wan hewilda pirsgirêkên gel çareser bikin û bê navber wan xebatên xwe berdevam kirin. Yilmaz, da zanîn ku piştî wan şaredar dewr girt gelek deynê wê hebû û niha tu deynê şaredariyê nemaye. Yilmaz, bilêv kir ku gel tu caran piştgiriya xwe ji wan nebirî û wiha got: "Me weke Şaredariya Panosê xebatên xwe her tim bi gel re parvekirin û me ev yek ji xwe re kir rêgez. Hemû kes ji me re dibêje şaredarî diziyan nake. Bi xebatên me kirin gel em serkeftî dîtin. Em dê xebatên xwe yên sala 2012'an jî ji gel re pêşkêş bikin."

'Navenda Çand û Hûnerê ya herî modern a herêmê li Panosê hate vekirin'

Şaredariya Panosê bi piştgiriya gel di sala 2011'an de xebatên gelek serkeftî pêk anîn. Şaredariya Panosê li gel pirsgirêkên aborî Navenda Çand û Hûnerê ya Serhatê ya herî moderan a herêmê çêkir û pêşkêşî ximeta gel kir. Şaredariyê di sala 2011'an de hemû pirsgirêkên gel çareser kirin û pirsgirêkên navçeyê yên weke av, rê, peyrê û kevirên parkeyê çareser kirin. Şaredariyê qada ji 40 hezar donum erazî pêktê a wekî qada çopê dihate bikaranîn sererast kir û li ser erazî salona anfî ya ji bo 2 hezar kesan çêkirin, parqa lîstîkê disa li ser heman erazî çêkir û pêşkêşî xizmeta gel kir. Şaredariyê ji çareseriya pirsgirêkên 17 taxên Panosê xebat meşandin. Şaredariyê di nav xebatên kirin de herî zêde girîngî da xebatên çandî ji ber pevçûnên li herêmê pêktên Mîhrîcana Çand û Hûnerê ya Sîpan betal kirin. Şaredariyê ji bo xebatan 7 wesayîdên di nav de 4 otobusên biçûk, ambulansek, wesayîdekî goşt bibe û wesayîda kanalîzasyonê paqij bike kirîn û pêşkêşî xizmeta gel kirin. Şaredariyê 22 hezar metre kanalîzasyon û xebata binesaziyê kir û avahiya şaredariyê li ser 4 hezar û 500 metrekareyê çêkir. Şaredariyê 130 hezar metrekare kevirê parke yê bi kîlît, 30 hezar metrekare karo, 20 hezar metrekare bordur, 20 hezar metrekare kevirê sulav û 5 hezar metrekare kevirê refuj li navçeyê raxist.

'Xebatên sala 2012'an dê navçeyê biguherîn e'

Şaredariyê temelê otelekê avêt û di di nava salê de xebatên wê bi dawî bike û pêşkêsî xizmeta gel bike. Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz têkildarî mijarê de agahî dan û diyar kri ku armanca wan ew e ku her tim ji bo Panosê xebatên baş bikin û wiha pê de çû: "Hewcehiya otelekê li Panosê heye. Ji ber wê yekê em di Meclîsa Şaredariyê de biryarek girt. Em dê di sala 2012'an de otelê ji xizmetê re vekirin." Şaredaiyê di sala 2009'an de Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Ceylan Onkul vekir. Yilmaz, da zanîn ku xebatên wan dê bê navber berdevam bikin û wiha axivî: "Xebatên me yên asfalta gerim a kolanan berdevam dike. Em dê di sana sala 2012'yan de riyên li gorî plansaziya îmara bajar a 1993'yan hemû yan vekirin û bi asfalta gerimî wan asfalt bikin."

ARARAT ARAS / VEYSEL ŞİMŞEK











Hiç yorum yok:

Yorum Gönder