6 Eylül 2012 Perşembe

Berf Barî Ser Çiyayê Agirî


Çiyayê herî mezin yê Kurdistanê, Agirî bi berfa sipî ve mîna bûke ke bi xêlî bû. Bûka Kurdistanê ya herî xweşik û serbilind Agirî, bi xêlî û bedewbûna xwe ve hemû çiyayên dev û dora xwe dibiecîne.


Berfa li ser serê Agiriyê, çar demsalan tu carî kêm nabe. Agiriya mezin ya ku her sal di dawiya payîzê de berfa nû dibarand ser xwe, îsal zûditîn berf barande ser xwe. Di vê meha Îlonê ya ku em niha têda ne, berf barî ser Agiriyê.

Bilindbûna Agiriya mezin, 5 hezar û 137 mêtre ye. Li ser serê Agiriya mezin her tim berf hebû lê bi barîna berfa vê dawiyê ve heya pal û quntarên çiyê jî çîl û sipî bûn.

Di meha Îlonê de barîna berfê, xelqê herêmê matmayî hîşt. Piraniya kal û pîrên herêmê dibêjin "ev rehme dibare ser welatê me".

Piştî ku berf barî, zêdetir gerok têne Agiriyê.

Dengê Agirî News Agency 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder