11 Eylül 2012 Salı

Li Bazîdê Esnafan Dikan Venekirin


AGIRÎ (DÎHA) - Li navçeya Bazîdê ya Agirî beriya cenazeyên endamên Mehmet Emin Erten û Alî Adlin ên li navçeya Çelê jiyana xwe ji dest dabûn û li Bazîdê bên definkirin, welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.


Welatî û esnafên Bazidê ji bo tev li merasima cenazeyên endamên HGP'ê bibin neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Endamên HPG'ê Mehmet Emin Erten (Bursk Bazid) û Alî Adlin (Şahin Serhat) ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn duh piştî malbatan ew girtin anîn Bazîdê. Beriya ku cenazeyên HPG'iyan Erten û Adlîn defin bikin esnaf jibo tev li cenaze bibin neçûn ser kar. Cenazeyên endamên HGP'ê li navçeya Ebexa Wanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin û dê di saetên nîvro de li Bazîdê bên definkirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder