9 Eylül 2012 Pazar

Li Herêma Serhedê Qazanên Savarê Dikelin


AGIRÎ (DÎHA) - Li Herêma Serhatê kevnaşopiya kevnar a dîrokî kelandina savarê didome. Bi hatina demsaliya payîzê û komkirina genim jinên Agiriyê dest bi xebateke dijwar dikin.


Li Herêma Serhatê kevnaşopiya dîrokî û kevnar a kelandina savarê berdewam dike. Bi hatina demsala payîzê li Agiriyê li hemû kolanan qazanên savaran kelandinê tên danîn. Jinên di nava rojê de dora kelandina savarê ya qazanan peyda nakin heta derengî şevê vî karî berdewam dikin. Jin ji bo zexîreya salekê amade bikin di nava 15 rojan de vî karî didomînin. Her malbat li gorî hewcehiya xwe genim dikelîne û pişt re li ser çandiran genimê hate kelandin hişk dikin. Piştî kesnim hişk bû li aş tê destarkirin û weke savara tê rakirin. Di dema kelandina genim de rakirina genim û birina aş ji aliyê zilaman ve tê kirin lê piştî genim birin aş ji bo paqijiya genim dîsa kar dikeve ser milê jinan.

'Bila çanda kelandina genim zarokên me bijîn'

Jina bi navê Zahîde Aslan, diyar kir ku piştî savar dikanan dest bi karanînê hate kirin çanda kelandina genim li ber windabûnê ve çû û wiha got: "Ligel hemû zor û zehmetiyan tama savara em dikelînin tu savar nadin. Berî her tiştî ev yekê ji me re kevneşopiyek e. Ez dixwazim kefxweşiya di zarokbûna xwe de ya kelandina savarê zarokên min jî bibînin. Divê ji bo wan ev kevneşopî bê jiyîn. Divê kevnaşopya ji bo mezinan savar û ji bo zarokan jî danok bê berdewamkirin."

ERKAN ASLAN








Hiç yorum yok:

Yorum Gönder