20 Eylül 2012 Perşembe

Dixwazin girtiyê destên wî tuneyî di hucreyê de bigirin


(DÎHA) - Girtiyê bi navê Engîn Aktaş (26) ê ku par di teqîna li navçeya Bazîdê ya Agiriyê de destên xwe winda kirin û cezayê muabetê girt li hemberî di hucreyê de bi tena serê xwe bê girtin e. Hevalên Aktaş, diyar kirin ku Aktaş bi tena serê xwe nikare avê jî vebixe û banga bihestiyariyê kirin.


Di 11'ê sibata 2011'an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di meşekê de teqîn pêk hatibû. Di teqînê de Engîn Aktaş ê ku bi îdîaya têkiliya wî bi teqînê heye hate girtin, tiliyên destên wî hatin jêkirin û li girtîgehê dixwazin di hucreyê de bê girtin. Hate hinbûn ku piştî Aktaş ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê ve bi îdîayên "Pergala cemaweriyê xera kir", "Bi zanebûn kuştina mirovan", "Madeyê teqemeniyê peyda kir" û "Endamê rêxistinê ye" cezayê muabet û 28 sal cezayê girtinê girtibû û ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin dixwazin Aktaş di hucreya yek kesî de bigirin. Aktaş hêj li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê tê girtin û nikare bi tena serê xwe hewcehiyên xwe bi cih bîn e. Aktaş, incax bi destê protez ê biyonîk ê bihayê 100 hezar Euro dikare hinek hewcehiyên xwe bi cih bîn e. Lê rewşa aborî dest nade vê yekê. Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Erziromê diyar kirin ku Aktaş bi tena serê xwe nikare avê vebixwe.

Banga hestiyariyê hate kirin

Li ser navê girtiyan Ayhan Kurtulan daxuyanî da û diyar kir ku li gel Aktaş bi awayekî rêk û pêk parastin nekir cezayê muabetê girt. Kurtulan, anî ziman ku Aktaş bi tena serê xwe nikare hewcehiyên xwe yên serek jî bi cih bîne û wiha got: "Hevalê me bi alîkariya hevalên odeyê hewcehiyên xwe bi cih tîne. Ji bo hewcehiyên xwe bi cih bîne heewcehî bi protezeke biyonîk e. Bihayê biyonîk ê protezê 100 hezar Ewro ye. Vê yekê ne malbat ne jî em nikarin peyda bikin. Em bawer dikin ku destên Engîn heval bêyî vîna wî hatin jêkirin û ji bo ku berpirsiyarên vê yekê bên dîtin ligel Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê me serî li saziyên sivîl ên civakî jî da."

Rîsak hucreya yek kesî

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser cezayê Aktaş girt û wiha hate gotin: "Li gorî zagona kesê cezayê muebetê girt di hucreya yek kesî de cezayê xwe derbas dike. Kesê destên wî neyî û di hucreyê de bê girtin tê wateya bi zîndî ji mirinê re terk dikin e. Pêkanînekî wisa li dijî hiqûq û wijdana mirovahiyê ye. Li hemberî vê yekê bêdengî tê watey ji mirovahiya xwe derketin e. Em pêkanînekî wisa qebûl nakin li hemberî vê yekê em dê bertekên xwe yên demorkatîk nîşan bidin."

'Kurê min tu kes nekuştin'

Bavê Aktaş Tahîr Aktaş, diyar kir ku cezayê li kurê wî hate birîn siyasî ye. Aktaş, anî ziman ku kesên li Tirkiyeyê mirovan dikujin tecawîzê li zarokên 14 salî dikin derve digerin û wiha got: "Pergala dadê li gorî tu exlaq û wijdanan nîn e. Cezayê hate dayîn înfaza bêdadiye. Ji bilî vê yekê tu navên wê tunene. Kamyonekî min a nakliyeyê heye. Em 3 bira hevpar in. Dema ez di hema îlonê de cum hevdîtinê min ji kurê xwe re got ez dê kamyonê bifiroşim. Lê kurê min destûra firotina wê neda. Ji ber ku rewaş wan a aborî nebaş e 4-5 mehan carekê diçe hevdîtinê."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder