11 Eylül 2012 Salı

Li Agiriyê Malên Bi Kerpîç


Ev cara yekeme ku ez li Agiriyê malên bi kerpîçên xweliyê ve hatine çêkirin dibînim. Ev malên wuha pir kev in, ji ber wê dema min  ev mala hilweşiyayî ya di wêne de dît, ez gelekî matmayî mam. Malên kerpîçan hatine çêkirin; biharê hênik, zivistanê jî germ dibin. Tê gotin ku kerpîç ji boy ba (romatîzma) jî kêrhatiye. Wekî din di malê kerpîç de rewa (ritûbet) çênabe.



Ji navenda Agiriyê zêdetir ev malên bi kerpîçên xweliyê ve hatine çêkirin li Bazîdê hene. Lê çend roj beriya vê bi rasthatinî ez taxa Agiriyê ya ku tê bawerkirin ku Agiriya kev e, taxa Teyarê derbas dibûm. Min li hemberî nexwaşxaneya eskeriyê ji van malên kevn çend heb dîtin. Gelekî bala min kişand û min wêneyê maleke hilweşiyayî kişand.

Kerpîçên xweliyê ji boy terazûna (bitçe) gelê Kurd, tiştekî pir kêr hatî bûye. Kurd piraniya wan xizan bûne. Ji ber wê ev kerpîç ji boy wan tiştekî pir bi zehmet lê bê mesref bûye.

Kerpîçên xweliyê çawa tên çêkirin?

Kerpîçên xweliyê. Di serî de xweliyê dikine herî, paşê kayê dixine nava heriyê. Piştî ku ka û herî ve baş tê hevxistin. Çend meriv bi piyên xwe ve dikevine nava heriyê û wê pêpes dikin. Qasî saetekê wê heriya bi ka, piyên xwe ve hasil dikin. Piştî ku herî baş hasil bû, hinekî ren (ron) dibe. Piştî ku herî baş ren dibe, vê carê wê heriyê dixine nava texteyên çar goşe. Piştî ku heriyê dixine nava texteyê çar goşe, ewê dişidînin ango bi destê xwe ve mîna pêpeskirinê dikin. Ger baş neyê şidandin, kerpîç zexm nabim. Piştî ku baş hate şidandin vê carê bi balçikê (pel, pelçim) daran ve an jî bi giha ve ser wê tê rast kirin.

Piştî ku bi balçik  ve an jî bi giha ve hate rast kirin, vê carê wî texteyê çar goşe hildidin û didine ber sîhê. Ber sîhê ew çend rojan ziwa dibe, piştî ziwabûnê, ji qaliban derdixin û didine ber tavê.

Ew kerpîçan çend rojan ber tavê diqelin. Piştî ku baş diqelin vê carê bi wan ve xanî û avahiyan çêdikin. Dema dîwaran datînin, ger hebe qîrê bikartînin. Tune be dîsa bi heriyê ve dîwaran datînin. Piştî ku hemû dîwar xilas dibin; vê carê dîwaran bi heriyê ve carû (sîwax) dikin. Piştî carûyê, ger hebe bi qîrê an jî kilsê (kirêc) ve tê şêlavkirin.

N.A

2 yorum:

  1. Ez di serî de ji ber meraqa we ya di warê çandê de , ji ber dîqet û baqilî û nêrîna we ya zanistî ya hezar heyf e k udi me de pir û pir kêm e we ji dil û can pîroz dikim. Ev taybetmendiya we ya “ne ji rêzê ye ku kiriye hûn li ser mijarek pir û pir resen, “heta niha bala tu kesî nekişandî” serê xwe yê hêja biêşînin.
    Ez bi xwe ji herêma Serhedê me. Bi rastî jî min li serhedê xaniyên kelpîj ( dayika min bi vî hawî binav dikir) nedîtibûn. Ev cûre avahî li Anatoliyê , li deverên xwedî hewaya germ , an hênik , kevir û dar lê kêm, bi taybetî li deştan li ber çavê min diketin. Li Kurdistanê jî li Êlihê min ew dîtibûn û yek ji wan bi qasî mehek di bin banê xwe de ez hewandibûm lê, ji bela dûpişkan min ew terikandibû. Bi ya min mesela avahîsaziyê , mijarek pir û pir kûr e; bi çand û dîroka gelan ve jî rasterast girêdayî ye. Gava min li Stenbolê di pêşengehekê de xêniyên rekonstîtûkirî ( di şiklê yên berê de çêkirî) yên Çatalhoyûkê yên deh hezar sal beriya me dîtibûn ez şaş û mat mabûm. Deriyên wan hebûna min ê bigota ew xêniyên 40-50 sal berê yên me bi xwe ne û “dizên dîrokê” ( di dewr û dewrana wan xêniyan de dizên pezan, dizên genim hebûn) wan xêniyên bijarte yên bê pencere, ser bi xwelyê girtî, ji binî ve bi arîkên ji dar û beran, bi kêranên stûr , bi kulekÊn xe yên gulover, bi sewkî û bi pêxirîk û bi tenûr ji gundê me bar kirine anîne Stenbola şewitî! Di şûna derî de kulek hebûn û mirov di kulekê re xwe berdane nav malê. Tunebûna derî jî bi me pir ne xerîb e. Di sedan çîrokên li ser dêwan ên Kurda de xênî ji xwe bê derî ne û mirov di kulekê re dikevin hundir. Ya din biwêjek me heye ku wek “lêker” tê bikarananîn: dibêje di şer de bona ku jin û zarok, kal û pîr werin veşartin me xêniyê xwe “bêderî” kir.
    Kurt û kurmancî , mijara avahîsaziyê pir û pir kûr e, ewqas jî xweş û balkêş e. Bimîne di xweşiyê de...

    YanıtlaSil
  2. Berê wexta ku em zarokbûn, hemû banên xaniyên gundê me bi xwelîbûn. Wexta piçekî şilî (baran) dibarî, nava gund de ava ke sor e mîna xwînê dikişiya. Di gundê me de malên bi kerpîç tunebûn lê hamû xanî bi heriyê hatibûnje carû kirin, banê xaniyan jî herî bû. Wexta ku şiliyê lê dida, herî tevli avê dibû û dibû sêlav dikişiya.

    Wexta ku zivistan nêzîk dibû, herkesî ser xaniyên xwe laylon dikir, paşê ser laylonê jî bi heriyê ve digirtin. Paşê piştî ku herî hinekî ziwa dibû, bi kevirê basmê ve ser xanî diçûn û dihatin.

    Zivistanê me bi berfokan vbe, berfa ser xaniyê xwe paqij dikir. Kalikê min merivekî jîhat3ibû, hê hemû gund di xewê de bû, ew î em hişyar dikirin û me ser xaniyên xwe bi berfokan ve paqij dikir. Xelq xewê radibû, dinêrî ku ser xaniyê me berf tune ye, digot; "Îşev berf nebariye ser xaniyê mala Ûsivê Miheme".

    Kalikê min jî şa dibû digot: Ezî ÛSivê Mihemed'im ez bê xîretiyê xebûl nakim. Gereke pêşiya her kesî ser xaniyê min bê paqijkirin.

    Niha kalik jî çû xaniyên gund jî, berf jî, xîreta berê jî,her tişt çûn.

    Spas ji boy şîroveyê kek Marûf.

    YanıtlaSil