Li Agirî, piştî hat ragihandin ku BDP'ê hilbijartin qezenç kiriye gel herikî kolanan û bi fîşekên hewayî heta derengiya şevê serketina xwe pîroz kir. Li Agirî piştî ku ji sedî 100 ê sindoqan vebû û BDP'ê bi 23 hezar 393 dengan hilbijartin qezenç kir, bi dh hezaran kes daketin kolanan, fîşekên hewayî teqandin û bi wesayîtên xwe heta nîvê şevê geriyan. Bi deh hezaran kesên li ber otobusa hilbijartinê ya BDP'ê ya li Xaçerêya li ber Buroya Hilbijartinê ya BDP'ê hatin cem hev, bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" qîriyan.
Li qadê rengên kes, sor û zer û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Piştre parlamenterên HDP'ê, hevşaredarên herêmê, endamên BDP'ê yên MYK û PM ên hatin Agirî, silav dan gel. Endamê Desteya Rêveberiya navendî (MYK) ya BDP'ê Ferha Tarhan li ser navê Navenda Giştî ya BDP'ê ji tevahiya gelê Agirî û her kesên xwedî ked re spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Agirî êdî xwîn nagirî, Agirî êdî bû qeleha berxwedanê. Li vê derê rastiya Kurdistana berxwedêr heye. Ya ku îro li vê derê careke din winda kir, zîhniyetê Kurdan ji nedîtî ve tê ye, ya ku li vir winda kir mejiyê Parlamentera AKP'ê ya Mereşê ku ji dayikên Kurd re digot 'Bi Kurdî neaxivine' e. Yê bi ser ket gelê Agirî ye. Yê bi ser ket nirxên şehîdan e."
Piştre Hevşaredara BDP'ê ya Agirî Mûkadde Kûbîlay axaftinek ji bo spasiyê kir û diyar kir ku ya li vê derê qezenç kiriye gelê Agirî û vîna jinan e. Kûbîlay anî ziman ku ewê feraseteke şaredariyê ya bi vîna jinê li Agiriyê bidin der.
Axaftina dawî ya spasiyê ji aliyê Hevşaredar Sirri Sakik ve hat kirin û got, "E ji 7 heta 70 salî ji tevahiya gelê Agirî û hevalên me yên xebatkarên partiyê ku keda wan di vê hilbijartinê de hebû, spas dikim. Berî niha min peyama Birêz Ocalan a ji bo Agirî û Norşînê xwend. Birêz Ocalan di peyama xwe de dibêje, 'Ez bawerim ku gelê Agirî û Norşînê wê aştiyê mezin bike, ez ji vî gelî bawer im û silavên xwe ji wan re dişînim.' Em jî dibêjin vaye gelê Agirî aştiyê mezin dike û ji bo silavê ji te re bişîne vîna xwe danî holê. Ez spasiyên xwe pêşkêşî her Kurdê dilê xwe li vir lê dide, dikim."
Ligor nûçeya ANF'ê, Axaftina Sakik bi dirûşmên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bê serok jiyan nabe", "Şehîd namirin" hat birîn. Li dû axaftinan girseya gel li ber muzîkê govend gerand. Nîvê şevê Agiriyan careke din bi wesayîtên xwe li nava bajêr geriyan û dawî li pîrozbahiya xwe anîn.
KNN TV
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder