3 Haziran 2014 Salı

Mamoste Marûf: Agirî

Mamoste Marûfê Erziromî, di derheqê hilbijartinên Agiriyê de çend twît nivîsîne. Di nava wan twîtan de hin tiştên balkêş hene, ji ber wê me xwest em wan tomar bikin û bi xwendevanên xwe re parve bikin. Kerem bikin twîtên Mamoste Marûf:


Serbestiya cereyana qaçax, pere, kar, komir, xwarin, piştmizdan...Gelê me yê Agiriyê 100 sal e ji aliyê dagirker ve evqas nehatiye delalîkirin.

Agirî û Norşîn serê gelê me bilind kir...

Agirî dîsa bû ya xwediyê xwe. Divê şaredar şev û roj bixebitin ku bibin layîqê wê. Em yeko yeko tev deyndarên Kurd û Kurdistanê ne...

Agirî projeya herî kirêt a TCyê bû. Dixwes wê bi xizaniyê, bi nezaniyê û bi zînayê tune bike...

Beriya Tevgera Azadiyê bi sedan sîmsarên Tirk li gundên Agiriyê derdiketên seferê, zarokên keçîn dikirîn dibirin Egeyê wek kole bikar dianîn.

Zarokên Keçîn ên Agiriyê paşê bûn hedefa weqfa Turkan Saylanê û kirdeya qampanyaya " bavo min bişîne dibistanê" Arman: pişaftin û pişaftin.

Li gundên Anatoliyê bi hezaran jinên Agirî yên tirkînezan hene. Gelek ji wan aqlê xwe zayÎ kirine...

Li ser derd û kulên jinên Agiriyê yên hatine frotin ti lêkolîn nehatiye kirin. Ev projeya bênamûsiyê bi destê dewletê hat meşandin...

Heger Agirî bi xwe bihese, li dek û dolabên li ser serê wê hatiye gerandin varqile dibe keleya herî zexm a berxwedanê.

Beriya Tevgera Azadiyê Agirî tinebû, "Qerekose" hebû; qerekoseya teslîm girtî, li ser çokan daxistî, herimandî, lewitandî...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder