AGIRÎ (DÎHA) - Hilbijartinên şaredariyê ya Agiriyê di 1'ê Hezîranê de ji nû ve pêk hatin û BDP'ê ferqeke mezin şaredarî bi dest xist. Hevşaredarên Agiriyê Mukaddes Kubîlay û Sirri Sakik diyar kirin ku karê wan a yekem paqijiyê û dê abîdeyên nîjadperest paqij bikin. Kubîlay destnîşan kir ku li Agiriyê jin paş hatine hiştin û dê ji bo jinan projeyan pêş bixin. Sakik anî ziman ku beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê her tim serokwezîr ew hedef nîşan daye û serokwezîr têkçûnê xezm nake.
Li Agiriyê di 1'ê Hezîranê de hilbijartin dubare bûn û BDP'ê bi ferqeke mezin şaredarî bi dest xist. Hevşaredarên Agiriyê Mukaddes Kubîlay û Sirri Sakik behsa projeyên xwe yên ji bo Agiriyê kirin. Hevşaredaran diyar kirin ku serokwezîr Erdogan di her firsendê de wan hedef digire. Kubîlay destnîşan kir ku gelê Agiriyê bi xwedîderketina vîna xwe ve bersiv daye hikûmetê û wiha got: "Eger AKP di hilbijartinên vir de bi ser biketa dê ji bo hilbijartinên serokamariyê ji xwe re wekî referans nîşan bida. AKP'ê hemû kadroyên xwe şand vê derê. Ji bajarên derdor polîs şandin li vir. Hewayeke wisa afirandin ku sankî hilbijartin nîne, şer e. Li hember van zextan gelê Agiriyê serkeftineke mezin nîşan da. Gelê Agiriyê li nasname û vîna xwe xwedî derketin. Gelê Agiriyê ji bo şaredariyeke demokratîk û azad çûn ser sindoqan."
'Partiya me partiya jinan e'
Kubîlay bertek nîşanî axaftina Erdogan ya 'BDP jinan li malê heps dike' da û wiha got: "Em partiyeke ku jinan hepsî malê dikin nîn in, em partiyeke azadiya jinê ne. Partiya me partiya jinan e. Bi sedan hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê, meclisa giştî ya bajar jin in." Kubîlay ani ziman ku di xebatên hilbijartinê de jinan aktîf cih girtine, ji malê derketine rastî vegotine û dê jinan di meclisên taxan u koperatifan de peywirdar bikin. Kubîlay destnîşan kir ku dê ji bo jinan projeyên koperatîfê bi pêş bixin.
'Bajar dorpêç bikî navê vê terora dewletê ye'
Sirri Sakik anî ziman ku li hember derfetên dewletê serkeftineke mezin bi dest xistine, gel di hilbijartinan de vîna xwe derxist holê, serokwezîr têkçûnê xezm nake û divê li hember vîna gel rêz bê girtin. Sakik wiha got: "Eger serokwezîr modelekî bigere divê werê xebatên li vê derê binêre. Dikare diyaloga me ya bi gel re bibîne. Min got terora dewletê. Erê rast e min got. Eger polîsên we li vê derê gel derb bike, navê vê teror e. Eger hûn encama hilbijartinên 30'ê Adarê biguherînin, bajar dorpêç bikî navê vê terora dewletê ye."
'Me hilbijartin diyarî Ocalan kir'
Sakik anî ziman ku hilbijartin diyarî Ocalan kirine û wiha got: "Kurd aştiyê dixwazin. Di 1'ê hezîranê de aştî bi ser ket. Ji ber vê yekê me ev hilbijartin diyariyê aştiyê kir. Me diyarî aktorê aştiyê birêz Ocalan kir."
Sakik diyar kir ku dê abîdeyên şermê ji holê rakin û wiha got: "Em ê li vî bajarî beriya her tiştî hezkirinê bi pêş bixin. Em ê paqijya biharê pêk bînin. Dema ez hatim bajar gel behsa abîdeyê kir. Ew abîdeya balafirên şer yên bombe li ser kurdan baradiye ye. Ev abîdeya şermê ye. Divê ev abîde ji holê rabe. Vê abîdeyê li ber çavan kurdan çêdikin û peyama me çawa bav û kalê we qetil kir, em ê wisa we jî qetil bikin didin. Navê Fevzî Çakmak û Kazim Karabekîr dane taxan. Em ê li gorî vê erdnîgariyê navan li taxan û kolanan bikin. Divê abîdeya kesên ku bombe li ser vî gelî barandiye neyê çêkirin."
AHMET TAŞTAN
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder