Bi sedan Kurdistaniyên di salên herî dijwar ên şer de ji navçeyên Agirî Avekevir û Xamûrê koçî Anatoliya Navîn kirin, li navçeya Konya Kuluyê ji xwe re taxek ava kirin û jiyaneke nû dan destpêkirin. Taxa Bahadir a Agiriyan ku bi rewşa xwe ya civakî, qadên kar û jiyana xwe ya giştî dişibe taxeke xweser a Kurdistanê, êdî weke 'Taxa Agiriyan' tê zanîn. Mexdûrên koçê yên li Bahadirliyê dibêjin ku ji ber sekna wan a siyasî û dilsoziya wan a bi nasnameya xwe re, ji aliyê rêveberiyên herêmî û gelê xwecihî yê Kulu ve nayên pejirandin.
Li Kurdistanê di salên 1990'î de pevçûnên hatin jiyîn, zexta dewletê, ferzkirina cerdevaniyê, bidawîanîna li karê xwedîkirina heywanan û çandiniyê bû sedem ku bi mîlyonan mirov koçî metropol û gelek herêmên Tirkiyeyê bikin. Di salên 1990'î de ku pevçûnên giran li Kurdistanê diqewimîn, bi sedan kesên ji Agirî neçar man koçî Anatoliya Navîn bikin, bi xwe re kevneşopî, irf û adetên xwe anîn Konyayê û ji xwe re qadeke nû ya jiyanê afirandin. Taxa Bahadir a Agiriyan ku bi rewşa xwe ya civakî, qadên kar û jiyana xwe ya giştî dişibe taxeke xweser a Kurdistanê, êdî weke 'Taxa Agiriyan' tê zanîn. Kurdên li vê derê dijîn, hem ji ber Kurdbûyîna xwe hem jî ji ber sekna xwe ya di warê siyasî û çandî de, rastî cihêkariya rêveberên herêmî û gelê xwecihî yê Kuluyê tên. Kurdên ku ji xizmetên şaredariyê bêpar hatine hiştin, hemû xizmetên li taxa xwe bi derfetên xwe dikin. Bi sedan kesên ji navçeyên Agirî Avekevir, Xamûr û gundên ser bi van navçeyan neçar man koçî Taxa bahadirli ya navçeya Konya Kulu bikin, li vir jî bi karê xwedîkirina heywanan û cotkariyê re mijûl bûn. Di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an de taxa Bahadirliyê helwesta xwe ya siyasî nîşan da û ji sedî 90 ê dengê xwe da BDP'ê.
'BERÎ BIMIRIM DIXWAZIM LI WELATÊ XWE BIJÎM'
Welatiyê bi navê Hecî Mûstafa Dînç ê di sala 1992'an de koçî taxa Bahadirli (Taxa Agiriyan) a Kulu kir diyar kir ku ji ber zexta dewletê û sedemên aboriyê ew neçar mane koç bikin û anî ziman ku eger şert û merc baş bibin ew dixwazin careke din li welatê xwe vegerin. Dînç da xuyakirin ku tevî salên dirêj di ser re derbas bûye jî hesreta welat hînê di dilê wî de ye û got, "Mîna li welatê xwe e li vir jî bi zimanê xwe diaxivin, bi karê xwedîkirina heywanan û cotkariyê re mijûl dibin. Lê belê ti der nabe welatê mirovan. Mirov, hewa, erdnîgarî, av û nanê welat cuda ye. Ji aliyê aborî ve rewşa me li vir baş e, lê belê hizûra welêt em li ti deverê anbînin. Em dixwazin li welatê xwe vegerin. Berî bimirim dixwazim li wir bijîm. Ev xeyala min ya yekane ye."
"EM RASTÎ NÊZÎKATIYA 'YÊN DIN' TÊN"
Welatiyê bi navê Yûsûf Kaçak ê di sala 1993'an de ji gundê Extiyar ê navçeya Avekevir a Agirî koçî taxa Bahadirli ya Kulu kiriye anî ziman ku ew hewl didin ziman, nasname û çanda xwe li vir bidin jiyîn. Kaçak ragihand ku ji ber ew xwedî li hebûn û nasnameya xwe derdikevin, rastî astengiyên rêveberên herêmî û gelê Kuluyê tên û got, "Dema em hatin vê taxê, ev der deşt bû û bi tenê 5 mal hebûn. Bi demê re hejmara şênî û malan zêde bû û veguherî taxê. Tevî ku em tax in jî ti xizmet nayê ji vir re. Binesaziya taxê nîne, rêyên wê neçê ne. Me dibistan û mizgefta xwe bi derfetên xwe çê kir. Ji ber ku em Kurd in, em xwedî li nasname û partiya xwe derdikevin, bi çavekî din li me dinêrin."
BANDOR Û ZERARA KOÇBERIYÊ LI ZAROKAN DIKE
Welatiyê bi navê Yûsûf Dînç jî ragihand ku dema bi malbata xwe re koç kir û hat diyarê xeribiyê ew zarok bû û anî ziman ku ew timî xwe di binê zextê de dibînin. Dînç diyar kir ku koçberî bandor û zerareke ciddî li zarokan dike û got, "Dema em hatin vê derê ez hînê 9 salî bûm. Min li dibistaneke li vir qeyda xwe çê kir û dema dest bi xwendinê kir rastî pirsgirêkên ciddî hatim. Bi Tirkî baş nizanîbûm û ji ber Kurd bûm her tim li derve dihatim hiştin. Mirovê ku ev rewş bi xwe jiyabe dizane bê di rewşeke bi vî rengî de psîkolojiya zarokekî çawa ye. Me li vê taxê ji bo xwe jiyanek ava kirin. Mîna gundên li Kurdistanê ye êdî ev der, lê dîsa jî dilê me ne rehet e."
'EZ ÇENGEK AXA KURDISTANÊ BI TEVAHIYA ANATOLIYA NAVÎN NAGUHERÎNIM'
Muhteber Kaçak a 70 salî ku li pêş mala xwe ji hiriya mihan doşek û lihêf çê kir dibêje, ew çengek axa Kurdistanê bi tevahiya Anatoliya Navîn naguherîne û dixwaze demek ji ya din zûtir li welatê xwe vegere. Kaçak diyar kir ku jiyana li warê xeribiyê zehmet e û got, "Li vê derê jî mîna em li Kurdistanê ne em dijîn. Bi karê xwedîkirina heywanan û cotkariyê re mijûl dibin. Mast, dew, penêr û rûnê xwe em bi xwe çê dikin. Ji hiriya mihan doşek û lihêfan çê dikin. Dîsa jî welatê me cuda ye. Ez çengek axa welatê xwe li tevahiya vê derê naguherînim."
DAWET MÎNA YÊN LI KURDISTANÊ NE
Kurdistaniyên li Taxa Agiriyan (Bahadirli) dijîn, ji heft heta heftê salî her kes bi Kurdî diaxivin, bi Kurdî difikirin û bi Kurdî dijîn. Mîna li her qada jiyanê, çanda wan a şahiyê jî mîna ya li Kurdistanê ye. Agiriyên li vê derê dijîn, dawetên xwe mîna li Kurdistanê dikin. Şêniyên taxê li qaa dawetê ya li hewşa malan dicivin, li ber muzîka Kurdî govendê digerînin. Di dawetên li vir de jî mîna li Kurdistanê hemû adet bicih tên anîn.
HACÎ GUNEŞ - KONYA - ANF
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder