28 Haziran 2014 Cumartesi

Di dewatê de gule berdan: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

AGIRÎ (DÎHA) - Li Gîhadînê di dawetê de gule berdan hewa, zarokekê jiyana xwe ji dest da û zarokek jî birîndar bû.


Li gundê Bozo ya navçeya Gîhadînê ya Agiriyê di dawetê de gule berdan hewa û zarokê bi navê Nazan Gumuş yê 12 salî jiyana xwe ji dest da û zaroka bi navê Hatîce Pamîr (13) jî birîndar bû. Li gorî îdiayan di dawetê de kesê bi navê A. R. A. bi çeka xwe gule berdaye hewa, gule li Nazan Gumuş û Hatîce Pamîr ketiye û birîndar bûne. Welatiyan zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gîhadînê û piştre sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê kirine. Li hember hemû mudaxaleyan Gumuş jiyana xwe ji dest da, Pamîr ê ku li milê xwe birîndar û ji bo tedawiyê sewqî serwîsê kirin.

Ji bo otopsiyê cenazeyê Gumuş şandin Erzeromê, A. R. A. ku tê îdiakirin gule berdaye hewa hat binçavkirin û der barê mijarê lêpirsîn hat destpêkirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder