26 Haziran 2014 Perşembe

Nexweşxane heye lê doktor tune!

AGIRÎ (DÎHA) - Ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Gîhadînê bi milyonan TL pere hat xerckirin, lê di nexweşxaneyê de bijîşk nîn in. Welatiyên navçeyê neçar dimînin ku ji bo tedawiyê biçin bajarên derdor û niştecihên navçeyê dixwazin doktor bên şandin.


Li navçeya Gîhadînê ya Agiriyê di sala 2013'an de bi milyonan TL pere hat xerçkirin û Nexweşxaneya Dewletê hat çêkirin û lê di nexweşxaneyê de pirsgirêka doktoran heye. Doktorê çav, ortopedî, guh, qirik û poz û welidandinê nîne. Li nexweşxaneyê her roj welatî ji bo tedawiyê dikevin rêzê û tenê li nexweşxaneyê doktorên cerahiya giştî, diran, zarok hene. Jinên ku diwelidin bi rêwitiya saetan didome, sewqî nexweşxaneyên Agirî, Erzerom û Wanê tên kirin.

Welatiyê bi navê Seyat Bertan, bertekên xwe wiha anî ziman: "Eger doktor naşînin, wê demê çima evqas mesref dikin? Em dixwazin doktoran bişînin. Jineke ku welide dişînin cihekî din, lê eger di rê de bimire, kê berpirsyariyê bigire?"

Welatiya bi navê Yildiz Boztepe diyar kir ku naxwazin ji bo tedawiyê biçin bajarên derdor û wiha got: "Li vir du doktor hene û nikarin bi nexweşan re eleqedar bibin. Ya girîng jî doktorên welidandinê ne. Daxwaza min ew e ku doktor bişînin. Nexweşxaneya me baş e lê doktor nîne. Lê bila rayedar dengê me bibihîzin û doktor bişînin."





Hiç yorum yok:

Yorum Gönder