19 Aralık 2014 Cuma

Seyîd Riza piştgiriya berxwedana Araratê dikir

Hin taybetiyên dîrokî ên herdu herêman henin ku dişibin hevdu. Herdu herêm jî di sedsalên bihûrî de xwedî rêvebiriyên xweser bûn; sancaqa Bazîdê ji hawirdora çiyayên Agirî heta Milazgirê û Xinis-Tekmanê di bin hukmê mîrê kurdan ên ji eşîra Zîlan de bû. Sancaqên Çemişgezek û Pertegê jî warê kal-bavên kurdên Dersîmê bûn. Ji beriya sedsalan pêve li herêma çiyayên Agirî li dijî dewletên Osmanî, Îran û Rûsya‘yê gelek serhildan qewimîn ku ew bi piranî wek serhildanên Celaliyan navdar bûn. Li Dêrsîmê jî ji destpêka sedsala 19‘an pêve gelek serhildênên dijî Osmaniyan rûdan.


Ji ber ku ji destpêka sedsala 19‘an pêve ev hersê dewletên hawirdor gelek êriş û zordarî li ser kurdên Kafkasya başûr û Serhedê meşandin pir eşîr û komên ji niştecihên navçeyê berbi rojavayê koçber bûn. Eşîra Keçelan ku niha jî 12 gundên wan li hêrema Bazîdê girêdayî Celaliyan in, parek ji wê beriya nêzikî 200 salan hatiye Dêrsimê, li wir cîwar bûye û keteye bin baskê konfederasyona Şêx Hesenan. Komek ji eşîra Heyderan jî, kîjan hê jî yek ji mezintirîn eşîrên herêmên Agirî, Wan û Qeleniya Îranê ye, di wê heyamê de koçberî Dêrsîmê bûye.

Piştî ku serbazê artêşa Tirkiyê Zühtü Güven bona beşdarbûna di şerê dijî Kurdên Agiriyê di 11. tîrmeha 1929 an de ji Zonguldaxê berbi Erziromê rêdikeve û digihêje bihurên çiyayên Kopê, ew li wir rastî leşgeran tê ku ew li pey çil şerkarên Kurdên Dêrsîm ketine.

Dema Zühtü Gûven dijihêje herêma Îdirê agahdar dibe ku ji du salan pêva ye ku li wê herêmê serhildaneke gelekî berfireh li dijî dewletê dimeşe. Hin di gulana 1926‘an de Îbrahîm Axa Heskîzade serî li hember daxwaza dewletê ya sirgûnkirina wî derket, tev pismam û hevalên xwe agirê azadiyê li çiyayên Araratê vêxist û serokatiya berxwedanê meşand. Dema giregir, serokeşîr û şervanên ji serhildana sala 1925‘an yên ku xwe nedabûn destê dewletê xwe spartin çiyayên Araratê ev herêm bû navendeke nû a serhildana azadixwaziya kurdan.

Piştî ku di destpêka sala 1927‘an de rêxistina Xoybûnê hat avakirin û Xoybûnê Îhsan Nurî Paşa tev bi komek şerkaran ve şiyand Araratê berxwedan bihêztir bû, Komara Araratê hat damezrandin, Îbrahîm Axa bi nişana Xoybûnê wek serok, Îhsan Nûrî Paşa fermanrewayê giştî, berpirisyarên herêman û serokên desteyên şerkaran hatin hilbijartin, al û sirûda kurdî hatin bilind kirin û rojname û belavok hatin weşandin. Serbaz Zühdü Güven di bîranînên xwe de, yên ku nivîskar Rohat Alakom di pirtûkekê de çap kir, dibêje ku fermanrewatiya serhildanê emirnameyên xwe yên bona serokên desteyan bi kurdî dinivîsand.

Ji wê demê pêve heta bihara sala 1930‘an gelek şer û pevçûn di navbera serhildêran û artêşa dewletê qewimîn û sehildan her diçû bi xurtî û lezgînî berbi herêmên cuda yên wek Wan, Muş, Qers û Erziromê berfireh dibû. Ji ber vê jî dewletê hêzeke gelek xurt ya ji serbaz û leşgerên taybet pêkahtî û balafirên şer li derdorên Ararat, Zîlan û gelek herêmên li Serhedê bi cîh kirin. Bi ser vê re Xoybûnê jî hewara xwe gihand hêz û rêxistinên kurdî û yên navnetewî. Xoybûnê ji bona sivikirina barê li ser milê serhildêrên Araratê ji alîkî de ji Barzaniyan daxwaza alîkariyê kiribû û ji aliyên de jî bi fermanrewatiya endamên rêxistinê ên wek Haco Axa, Celadet Bedirxan û Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa di nav çiyayên li navçeyên wek Mêrdîn û Dêrikê de amadekariya êrişên li ser artêşa Romê kir.

Her weha diyar e ku wê bi navbeykariya Dr. Nurî Dêrsimî ji Seyîd Riza jî daxwaza alîkariyê kiribû. Ji ber vê jî Dr. Nurî Dêrsimî di berhema xwe ya “Di dîroka Kurdistanê de Dêrsîm“ de dinivîse:

“Piştî ku çalakiyên qehremanên herêma Agirî di bihara sala 1930‘an de berfirehtir bû û tevahiya Kurdistanê kir bin bandora xwe min ji Seyîd Riza re xeber şiyand û pê da zanîn ku alîkarikirina vê tevgerê pêweist e. Li ser vê Seyîd Riza û eşîrên Keçelan di bihara 1930‘an de serî hildan û bi xurtî êrişî hêzên Tirkan yên li Erzirom û Ezirganê kirin. Herêma vê serhildanê ya ku Seyîd Riza dabû destpêkirin roj bi roj berfirehtir dibû û ev yek ji bo Tirkan bûbû metirsiyek xedar.“

Ji ber vê jî Omer Halis Paşayê serbazê firqa sêyem ê ku di payîzda heman salê de ji herêma Agirî vedigeriya bi hemû hêzên xwe û yên li Ezirganê êriş bir ser dêrsîmiyan lê belê ew bi ti awayî bi ser neketin, ji ber ku serhildêran nehîştin lingê wan bikeve navçeya Dêrsîmê.

Serhildan û çalakiyên Seyîd Riza û hêzên Dersîmî piştî şkestina berxwedana Araratê jî dom kir. Dema serbaz Zühdü Güven di îlona 1932‘an de ji herêma Araratê vedigere û dîsa digihêje Erzirom û çiyayên Kopê, tirs û xof dikeve dilê wî ji ber ku ew li wir dibe guhdarê salixdayînên gelek ji wan çalakiyên dêrsimiyan yên ku ew piştre di bîranînên xwe de dûr û dirêj neqil dike.

Her weha di nameya Seyîd Riza ya ku wî di sala 1937‘an de ji bo wazîrê Îngilistanê nivîsandibû de jî agahdarî û hestiyariya wî ya bona serhildana Araratê û Kurdên wê herêmê destnîşan dike. Ew tê de dibêje:

“Di van dawiyan de hikûmeta Tirkiyê hewl da ku bikeve Dêrsîmê. Wek çewa kurdên çiyayê Araratê, ên deyştên Zîlan û Bazîdê di sala 1930‘an de ji bona parastina xwe dest avêtin çekan, Dêrsimiyan jî ji bo ku koçber nebin, di rêyên dûr de can nedin û xwe biparêzin çek û sîleh hildan destên xwe.“

Serhildana Agirî ku dora 5 salan ajot û wek Cegerxwîn jî wê demê di helbesteke xwe de bi rêza “Sê sala pê te kêfxweş bûm, Agirî, Zîlan, Tendûrek“ anîbû ziman hêviyek mezin dabû Kurdan. Lê belê ji ber ku dewleta tirk di dawiyê de alîkarî ji Îran û Sovyetê girt û bi hemû hêza xwe ve êriş bir ser herêmê serhildan têkçû. Bi dehhezaran mirovên wan nevçeyan hatin qetilkirin, gund şewitandin û gelek mirovên mayîn jî berbi Anatoliyê û Trakyayê hatin koçberkirin.

Ji wê demê pêve dewletê amadekariya êrişên li ser herêma Dêrsîmê kir û di salên 1937/38‘an de tev qirkirina piraniya dêrsîmiyan hemû gund û bajarên herêmê bi bomberanan hatin wêrankirin.

Piştî van qewimadinan rojnameyên dewletê bi karîkatûra goreke li serê çiyayê Agirî û sernivîsa “Kurdistan xeyalî li vir meftun e“ û bi kêfxweşiya ku wan “birîna Dêrsîmê“ ji kokê ve birîne, bawer dikir ku wan bi vî awayî pirsgirêk ji bo xwe safî kir.

Lê belê wek dîrok bi gelek mînakan ve destnîşan dike, neheqî, zordarî, qirkirin û koçberkirin li erdê namînin. Li cihê gulên çilmisî yên nû şîn bûn, doza azadî û serxwebûnê li ser bingeha wan serhildan û têkoşînan piştre gihîşt hemû herêmên Kurdistanê, al û peykerên wan li her alî hatin bilindkirin.

Rojanemyên roja 4.9.2014‘an radigihînin ku di nava herdu çiyayên Agirî de bi hezaran mirov bona bîranîna serhildana Araratê li dor goreke nûçikirî civîyane ku li ser wê dinivîse: “Dagirkeriya xeyalî li vir meftun e“. Di heman rojan de di medya civakî de wêneyên kurdan diyarin yên ku di navenda Dêrsîmê de li ber peykerê Seyîd Riza destê xwe dane ser çoka wî, ew çoka ku wî li ber zordaran daneynîbû erdê.

(BasNûçe) / (r.s)

Mehmet Gültekin

1 yorum:

  1. Bu yalancı adamın yarım yamalak Zazaca konuştuğu biliniyor.Kök olarak Türkmen aşireti Abbasan aşiretine ait Tikme Kızılbaş dedesidir.Kızılbaşlığı ve türkmen olduğu ailece bilinen bu sahtekar cahil ve gafil biridir.Desinler diye girmediği kılık kalmamıştır.Esas onun insanlığı değil Dersimi felakete sürükleyen bir şeytan olduğunu sağ duyu sahibi her insan bilir.Bu sahtekar yalancı hakkında methiyeler dizmek tarihe ve insanlık ailesine ihanettir.

    YanıtlaSil