19 Haziran 2014 Perşembe

Bazîd ji mitînga jinan re amade ye

AGIRÎ (DÎHA) - Endamên DOKH'ê ji bo mîtînga dê sibê li Bazîdî li dar bixin li navenda navçeyê û navçeya Giyadînê belavok belav kirin.


Endamên DOKH'ê di çarçoveya kampanyaya "Jin ji bo azadiya serokê xwe û azadiya xwe di çalakiyê de ne" dê sibê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê mitîngekê li dar bixin û berî mitînê li avahiya BDP'ê civîna gel li dar xist. Hevşaredara Bazîdê Rohat Ozbay, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Bazîdê Mehmet Karadag û Serokê Rêxistina HDP'ê yê navçeyê Alî Çakan tevlî civînê bûn. Aktîvîsta DOKH'ê Fatma Karadag, diyar kir ku xebatên wan ên dawî berdewam dikin û divê jin bi hêz tevlî mitîngê bibin û wiha got: "Divê jin ji bo azadiya Ocalan seferber bibin. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin sibê tevlî mitînga ber şaredariyê bibin." Piştî civînê ji esnafan re belavokên bangewaziyê hatin belavkirin.

Li navçeya Giyadînê jî bi heman armancê rêveberên BDP û HDP'ê belavok belavkirin. Serokê HDP'ê yê navçeyê Cezmî Budak jî tevlî çalakiyê bû. Welatiyên sibê tevlî mitîngê bibin dê seat di 12.00'an de li ber avahiya BDP'ê bên cem hev û bi otobusan biçin Bazîdê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder