6 Haziran 2014 Cuma

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ: Serkeftina Agiriyê û ‘Muhayel Kurdistan‘

Agirî ne tenê bi çiyayê Agiriyê ve bi nav û deng e. Di warê wêje, serhildan û komkujiyan ve jî li cihanê deng vedaye. Wê giyana wêje û serhildanê bi nû ve vejînî, ji bo Kurdan ne tenê şadkirina giyana şahadetan e, ji ber ciheke stratejîk e, erkekî netewî û jiyanî ye jî.

Stuna wêjeya Kurd Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de vîna giyana netewî li navçeya vir Bazîdê ji me re yadîgar kiriye. Li pey wî gorbihuştî Mele Mehmûdê Bazidî jî çîroka Kurdî, heta çîroka Rojhilata Navîn ya yekem li vê xakê nivisiye. Dîsa deng û henasa Homerosê dengbejiya Kurdan Evdalê Zeynikê jî ji berpalên Agiriyê wek nalînekê li hemû asûmanê Kurdistanê belavbûye.

Çend hevok ji dîrokê

Ne tenê Hesenê dirêj li vir şûrê kujerî û xwînxwariyê di ser me de li bakiriye. Yavûz Selîm jî bi komkujiyên li ser erdnigariya Agiriyê re gihîştiye Çaldiranê û wê demê beşa herî mezin ya Kurdistanê bi xwe ve girêdaye.
Di navbera salên 1830 û 1850 eyî de jî dewleta Osmanî li vir Kurdên êzîdî di komkujiyeke derê hişê mirovan re derbas kir. Li gor daneyan bi deh hezaran Kurdên êzidî yên Serhedê di komkujiyên van salan de hatine qetilkirin. Piraniya eşîrên li vir mane di wê demê de hatine îslamîzekirin.
Li pey serhildana birêkxistina Azadî ku wek serhildana Şêyx Seid tê zanîn, bi awayeke cinawirî û hovane hate têkbirin, giyana serhildanê ranewestiya. Salekê li pey tevgera Şêyx Seid di rêberiya Hoybûn û serfermandariya Îhsan Nurî Paşa de li lûtkeya Agiriyê çirûskên serhildanê biriqî (di navbera salên 1926 –1930 de). Dewleta Tirk li hember vê serhildanê gelek ket tengasiyê, lema serî li dagirkerên îranê da. Navçeya Koturê da îranê, di cihê wê de jî rojhilata çiyayê Agiriyê piçûk ji Îranê girt, bi wê awayê hêzên niştimanperwer dorpêçkirin, bi têkbirinê re jî dest bi komkujî û derbideriyê kir.

Rojnameyên wan ên dewletê wî demê serenivsên nijadperestî û pesnandina komkujiyê diweşandin. Wek mînak Cumhurriyetê sernivseke wiha avêtibû: „Paqijkirin destpêkir. Yên di newala Zîlanê de bi tevahî hatin imhakirin.“ Hin rojnameyên wan jî li pey komkujiyê li ser karîkatureke gorê ev nivisî bû: „Muhayel Kurdistan burada Meftûndur.“
Di vir de balkêşiya herî girîng ev e, dagirkerên welatê me her çendî carna ji ber berjewendiyên xwe li dij hev xuya bikin jî, di mijara Kurdistan û tevgera netewa Kurd de her dem bi hev re xebitîne û sinorê dewletên xwe jî li gor vê livandine.

Bi berzbûn şerê azadiya Kurdistanê re dewleta Tirk hemû giraniya xwe da  ser Agiriyê ku Hêzên Tevgera Azadî li vir bi cîh nebin û ev devera stratejîk nekeve destê şervanê Tevgera Azadî. Jiwê her komên digihîştin vir bi artêşeke mezin re rû bi rû dima û di nava xwînê de dihatin fetisandin.
Le pey komkujiyê dewleta Tirk bi bayê paşverûtiya Erzurimê xebitî ku li vê heremê dindariyeke di xizmeta xwe de serdest bike û bi wê awayî vê cihê stratejîk di bin kontrola xwe de bigire. Li gel wê jî her awa lîstkik daxistibû qada jiyanê.

Dema mirov di rastiya vê dîrok û vê armanca dewletê de li Agiriyê dinêre, bi hêsnî dikane têbigihîje, ka Agirî xwedanê çi stratejiyê ye, li gel wê hem ji bo dewleta dagirker û hem jî ji bo Tevgera Netewî tê çi wateyî.  Ji ber vê rewşa stratejîk ya Agiriyê di hilbijartina şaredariyan ya çarsal berê de bi dek û dolaban, heta bi darê zorê şaredariya Agiriyê ji me girtibûn. Ji bo ku şaredariya Agiriyê nekeve destê Tevgera Azadî, ango destê Kurdan di hilbijartina 30 adarê de jî hemû hîlebaziyên heyî bikaranî, lê bi ser neket, lema jî hilbijartin hate nûkirin.

Di vê hilbijartina yekê pûşperê de jî dewletê hemû derftet, xinizî, dek û dolabên xwe bikaranî ku şaredariya Agiriyê nekeve destê Kurdan. Lê gelê me yê serbilind li giyana şehîdan, li vîna xwe. li nasnameya xwe xwedî derket û hemû armancên dagirkeran têkbir.
Wek encam: Encameke herî girîng û bi wate ev e: Kurdan bi vê hilbijartinê carke din bi cihanê da zanîn ku Kurdistan jînde ye û wê bi serkeve.  Êdî dagirkerên Tirk bi wê xewna xwe ya; „Muhayel Kurdistan burada Meftûndur.“  re têkçûn. Roja Kurdistanê ji nû ve ji çiyayê Agirî tirîjên xwe berda ser tevahiya axa pîroz.

Encamekê jî ev e; serkaftina Agiriyê piraniya (bi kêmasî li ser %80 re) Kurd û Kurdistaniyan dilşad kir. Yekitiyeke serbilindî û şahiyê afirand. Ango giyana yekitiyê heye, bes em bikanin vê bigîhînin yekitiya netewî. Hêvî dikim ku ev bibe wesîle û bingehê kongreya netewî.


YENİ ÖZGÜR POLİTİKA 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder