24 Haziran 2014 Salı

Ji bo Komkujiya Zîlanê daxwaza lêkolînê li Meclîsê hat kirin

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, der barê Komkujiya Zîlanê de ku di sala 1930'î de bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, Lêkolîna Meclîsê xwest.


Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer bi pêşniyarnayeke pêşkêşî Meclîsê kir re, xwest Meclîs der heqê Komkujiya Zîlanê de lêkolînê bide destpêkirin. Di sedema pêşniyarnameyê de jî cih ji hin belgeyên li ser Komkujiay Zîlanê hat dayîn.

Uçer ragihand ku di komkujiya sala 1930'î de li gorî bîlançoya rojnameya Cumhuriyetê da 15.000 lê li gorÎ çavkaniyên herêmî 47.000 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Uçer da zanîn ku kêm be jî ji bo kêmkirina êşên civakî yên di bîra gelê Kurd de cih digirin, lêkolînkirin û ronîkirina vê komkujiyê girîng e.

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder