13 Haziran 2014 Cuma

Şaredarê nû yê Agiriyê Sirri Sakik, kêr li birînê da

 SELAHEDÎN ÇELÎK: Kazim Karabekir û yên din / Rudaw.net

Sirri Sakik, şaredarê Agiriyê yê nû, di daxuyaniya xwe ya yekemîn de qala “ji qad û kolanên bajêr rakirina nav û peykerên kujerên tevlî nîjadkujiya Kurdan bibûn” kir. Ji ber navê Kazim Karabekir, daxuyanî li Tirkiyê bû sedema bertekê. Ji bo me jî bû mehneya kolandina bûyerê.


Pîlotên kujerên Agirî-Zîlanê

Va di serdema Berxwedana Agirî-Zîlanê (1927-30) de, ji rojnameya Cumhuriyetê (16.07.1930), tişta pîlotên tirk kiribûn: “Li Agiriyê tenê hezar û pênc sed nijdevan (şervanên kurd) mane, wan jî di qulan de xwe veşartine. Balafirên me bêrawestan li ser serê wan digerin û wan bombebaran dikin. Agirî di nav teqîn û agir de dinale. Lûtkeyên Agiriyê bi mij in, lê di rûyê wê de nijdevan êdî li paş dimînin. Li derên ku siwariyên me nagihijinê, teyrên hesin ên tirk (balafirên şer), ji heqê nijdevanan derdikevin, ji ezmanan mirinê direjînin, wan tînin îmanê… Gundên palên Agiriyê yên nijdevan dihewandin, bi tevahî hatine şewitandin û niştecihên wan li Erdîşê hatine bicihkirin. Di operasyona Zîlanê de hejmara nijdevanên qirkirî di ser 15 hezaran de ye... Geliyê Zîlan bi terman tijî bûye.”
Rojnamevanên tirk didin pêş ku peykera navborî ya pîlotên ku balafira wan li ser rêya “ji-Îranê-vegerê“ ketibû bû. Lê di wê serdemê de hejmara balafir û pîlotên tirk hindik bû û hemûyan jî di bombebarankirina Kurdan de cih girtibûn.

Mînaka Dêrsimê heye (1937-38); Sabiha Gokçen ji binemaliya Ermenî dihat û nevîsiya Mustafa Kemal bû. Tirkan ew kiribû melkemot û wê mirin reşandibû Kurdan. Vêga navê wê, li her derê ye. Li Agiriyê peykera pîlotan, weke li Roboskê çikandina peykera kujerên Roboskê ye.
Di zarokatiya min de, rojekê Li Batmanê em ji dibistanê birin qada bajêr. Midurê dibistanê Tirkekî nîjadperest bû. Leşkeran berik berdan hewayê. Rêûresma pîlot Cengiz Topel dibû. Gava li Qibrisê wî gundên Yewnanan bombebaran dikir, balafira wî dabûn erdê (1964). Me ji kujerekî re rêz digirt. Ne tenê me zarokan, bavên me jî tişta dibû fêm nedikir. Em gêj bibûn, Tirkan em ji mejî ve bi jehr kiribûn.

Çîroka Kazim Karabekir

Ji bijareyên Kemalîst giraniya Karabekir ji ya Mustafa Kemal zêdetir bû. Piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn (1914-18), ew li Erzîromê (li Kurdistanê) li ser Artêşa Rojhilat mabû. Artêşa wî li ser piyan bû. Wî bi keysa şerê navxweyî yê Rûsyayê avêtibû ser Ermeniyan û nîjadkujî berdewam kiribû. Karabekir ji Mustafa Kemal re dinivîsand ku derbeke wisa Ermeniyan dabû, ku ew êdî nikarin pişta xwe rast bikin. Û hewqas çek û pusat wergirtibûn, ku tenê bi wan dikariyan ‘şerê rizgariyê’ bikin.

Ji ber ku Kemalîstan û Sovyetan peymana dostaniyê girê dabûn (1921), kadroyên Partiya Komûnîst ya Tirkiyê (TKP, damez. 18.09.1920), xwestibûn bizîvirin Tirkiyê. Serokê TKPê Mustafa Suphî û rêhevalên wî bi trênê digihiştin Erzîromê (22.01.1921). Karabekir bi êrişên nîjadperestan pêşwaziya wan dikir û bi fermana Mustafa Kemal, di berf û seqemê de, bi erebeyên gayan, 504 km berê wan dida Trabzonê. Ref nîvmirî digihişt wîr (28.01.1921).

Heman şevê bi bayê bezê ew siwarî motorê dikirin û berê wan didan Deryaya Reş. Di dûv wan de ji Komela Berevaniya Rewa ya Trabzonê, kontergerîllayê Mustafa Kemal, Yahya Kahya bi rê diket. 14 TKPyî bi hovane dihatin kuştin. Piştî komkujiyê, Mustafa Kemal komeleya navborî pîroz dikir. Û nîşaneke xisleta serdestên tirk: Hevjîna Mustafa Suphî ji refê vediqetînin, wek qehpikê bikartînin, difiroşin vî û wî û di dawiyê de wê dikujin.

Dûvre Mustafa Kemal, Yahya Kahya bi Osmanê Qop û Îsmail Hakki Tekçe dida kuştin (03.07.1922). Osmanê Qop talanker û kujerê Koçgiriyê ye (1921). Tekçe fermandarê zerevanên Mustafa Kemal bû û yek ji kujerên Dêrsimê ye. Osmanê Qop, bi fermana Mustafa Kemal mebûsê dijber Ali Şukru li Enqerê direvand, dikuşt û laşê wî vedişart (26.03.1923). Ji ber bertekê, Mustafa Kemal biryara girtina wî dida. Osman bi zilamên xwe re diavêt ser Koçka Çankayayê û serê qesrê dianî binî. Mustafa Kemal di nav cilên jinan de, xwe diparast avahiya îstasyonê. Yekîneya Tekçe, Osman bi zilamên wî re dikuştin û termê wî bi rojan li ber avahiya parlamenê dihiştin (01.04.1923).

Karabekir û hêvalên wî ji tirsa dîktatoriya Mustafa Kemal, bi navê Terakkiperver Cumhuriyet Firkasi (TpCF), partiya xwe damezrandin (07.11.1924).
Di navberê de Raperiya Şêx Seîd rûdida (13.02.1925-14.04.1925). Mustafa Kemal, Karabekir diezimand koçka xwe û jê re qala tevdîrên awarte, Zagona Dabînkirina Aramiyê (Takrir-i Sûkun, 04.03.1925) dikir. Dadgehên Îstiklalê jixwe hebûn (1921-1927). Karabekir zaniya ku ew zagon wê li himberî wî jî bên bikaranîn. Dîsa jî digot “ev pirseke netewî ye” û li himberî Kurdan piştgirî dida zagonên nîjadkujiyê.
Lê Karabekir û hevalên wî ji hêrsa Mustafa Kemal nefilitîn, partiya wan hat qedexekirin, ew hatin girtin û ka li bayê felekê binêrin; bi zagonên wî pesendkirî hatin darizandin, ceza wergirtin û bi salan li derveyî siyasetê man. Paşê ‘rûmeta’ wan radestî wan kirin û navên wan dan derên ji Mustafa Kemal vala mayî.

Sakik kêr li birînê da

Du şiklên mêtinkarî û nîjadkujiyê hene; ya reş û ya spî. Ya reş; kuştin û rûxandin e. Ya spî; koçrevî û pişaftina hiş û çanda netewî ye.
Li qad, kolan û dibistanên me, peyker û navên heyî berhemên nîjadkujiyê ne. Ji hîndekarî û tenduristiyê heya spor, kar û leşkeriyê, di hemû dezgehên serdestiya tirk de sembol û bîrdarî yên aktorên bi xisleta kesên navborî ne. Kujerên nîjada me weke leheng û rizgarkeran bi me didin qebûlkirin. Weke yên heyî ne bes bin, navên leşkerên li Kurdistanê hatine kuştin jî, didin qereqol, dibistan û kolanan.
Em wan nirxan çiqas bipejirînin, nîjadkujî hewqas dibe bûyereke ji rêzê û navxweyî. Mixabin karesat îro hewqas mezin e.
Dibe Sakik nikaribe soza xwe bîne cih. Ji ber ku pirs gellekî kûr e. Lê Sakik kuling li qalikê stûr yê hişê me da. Eger peyam hişê me hinekî bîne serê me, bes e.
Lê bi hişyariyekê: Em peykeran diruxînin, nabe ku em ‘peykerên nû’ deynin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder