Hilbijartinên ku piştî 14 cara di 30 ê Adarê de li Agirî hatî dûbarekirin vê carê bi yek carê ve encamên balkêş derxistin holê û gelê Agirî yê helwestê xwe di mijara Kurd û Kurdistanê de aşkere diyar kir. Hilbijartinin ku îro dûbare bûn bi serkeftina Parlementerê Kurd yê BDP Sirri Sakik bidawî bûn.
Di 30 ê Adarê de ji aliyê hêzên ewlekariyê û hêzên AKP ve gelik leyistok pêk hatin û hilbijartinên wê demê her çend encam diyarjî bin hate têkbirin. Ji aliyê Saziya Bilind ya Hilbijartinan ya Tirkiyê ve biryar hate girtin ku hilbijartin ji bo îro bêne dûbarekirin.
Carekî dîtir Kurdên Bajarê Agirî û bajarokên serbi wê ve carekî dîtir çûne ser sindoqan.
Çawan ku AKP hemî hêza xwe da Agirî û dîsan bi hêzên komarê xwest leyistokên nû lidar bixe jî, Kurdên Agirî hişyarbûna xwe parestin û dengên xwe dane BDP.
Li gorî encamên dawî BDP bi %51,3 li pêş AKP hilbijartin bi ser xist. AKP jî % 45,5 deng bi dest xistin.
Bêguman sedemên ku Komara Tirk giringî dida Agirî pirbûn. Jiber gelik sedemên dîrokî, serhildana Agirî, rewşa civakî û siyaseta qirêj ya komarê AKP jî ewder wekî kelehekê didît lêbelê ev keleha ku ya Kurdan e dîsan Kurdan bidest xist.
Şaredarê Agirî Sirri Sakik di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku di van encaman de tenê yê ku bi ser ketî aşîtiye.
Jêder: rewanbej.com
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder