25 Temmuz 2012 Çarşamba

Piştî Ehmedê Xanî XELÎFE ÛSIV tê


Roja 19’ê vê mehê li Kurt-Kavê, Zeynelabidin Zinar li ser Xelîfe Ûsiv semînerek da. Zeynelabidin Zinar ku li ser Xelîfe Ûsiv (1885-1965) lêkolîneke berfireh kiribû dibêje, “Di warê xebata ji bo kurdî de yekemîn Ehmedî Xanî ye, yê duyemîn jî Xelîfe Ûsiv e. Xelîfe Ûsiv di salên 1940’î de, di dema ku pirtûkên bi kurdî qedexe bûn 11 pirtûkên bi kurdî nivîsîn, çap kirin lê ji ber Kemalîzmê navê xwe yê rastîn li ser wan nenivîsî.”


Di heman demê de Zinar ji çapemeniya kurdî gazin dikir ku heta niha cih nedaye Xelîfe Ûsiv û ew nehatiye nasîn. Piştî semînerê Zeynelabidin Zinar gotara xwe ya li ser Xelîfe Ûsiv ku pêşkêş kir da me û em bêyî destê xwe bidin gotarê wê radigihînin xwendevanên xwe. Fermo gotara Zinar:

***


Xelîfe Ûsiv (1885-1965)



Zeynelabidin Zinar





Yek ji lehengên Medreseya Kurdî, Xelîfe Ûsiv e. Çendî ku jiyana wî pirreng bihuriye jî, lê mixabin ev lehengê ku di wan demên reş û tarî de, 12 berhem bi zimanbê kurdî nivîsîne, zêde bi Raya Giştî ya Kurd nehatiye naskirin.

Tenê ew di nava peyrewên Medreseya Kurdî de hinekî hatiye naskirin. Lê belê pirtûka wî ya bi navê Îrşad-ul Îbad, herwekî Mewlûda KUrmancî, bi awayekî pir zêde hatiye naskirin. Lewra her kes ji vê pirtûka zagona olî re re dibêje: Îrşad-ul Îbad a Kurmancî.

Me li jorê got ku Xelîfe Ûsiv ji aliyê Medyaya Kurdî ve zêde nehatiye naskirin. Tenê kovana NÛBIHARê ku li Stenbolê tê weşandin, di sala 2003an de, hejmar 89, 35 rûpel li ser Xelîfe Ûsiv nivîsiye.

Kesên ku li serê nivîsîne jî ev in: Elî Qeredeniz, Silêman Çewîk, Mele Seîd Girdarî, Dr. Nacî Qutlay û Ebdusselam Bêcirmanî.

Xelîfe Ûsiv di 1885an de li gundek bi navê Zengezorê hatiye dinyayê. Ev gund niha girêdayê bi Bazîda Ehmedê Xanî ve ye. Û di Nehê Sibata 1965an de jî, li gundê Çalîxana Tacdo, roja sêşemê, saet 2yê şevê, di 80 saliya xwe de, çûye ber dilovaniya Xwedayê mezin.

Niha li Çalixanê mizgeftek bi navê Xelîfe Ûsiv jî heye. Gora Xelîfe jî, li kêleka wê mizgeftê dimîne.

Navê Xelîfe ê rast, Yûsuf Topçûoglu bûye. Lê belê di hin belgeytan de paşnavê wî tenê Topçû yan Topçûzade hatiye bikaranîn.

Bavê Xelîfe, Şerîf Axa, serleşkerê topê yê Seraya Îshaq Paşa bûye. Ji ber hindê ye ku paşnavê vî nivîskar û hozanvanê Sedsala Bîstî, bûye Topçû yan Topçuoglu. Xanima diya Xelîfe jî, ji gundê Korima Bazîdê bûye.

XWENDINA YÛSUF

Yûsif Topçû pêşî, li ba Mele Ehmedê gundê xwe, dev bi xwendinê kiriye. Piştre çûye li ba Şêxê Mihemedê Celalî xwendiye.

Yûsif Topçû di Şerê Yekemîn ê cîhanê de, ji Bazîdê koç kiriye û çûye Sêrtê, li ba Mele Hamidê kurê Mele Xelîlê Sêrtî Zanista Feraizê xwendiye.

Piştî demekê, Yûsif Topçû ji wirê çûye Cirîza Botanê û li gundê Hedîlê meletî kiriye.

Seydayê wî Hamidê gorbihişt, nameyek jê re di 25 03 1333ên Romî de, hinartiye.

Wê demê Şêx Seydayê Cizîrî nameyek ji Yusuf Topçû re hinartiye û xitaba ku jê re kiriye weha ye: Birayê min ê xwedî ewsafê xweş û pak Şêx Yûsif…



Yûsuf Topçû, du car xelîfetiya Rêçika Nexşebendî wergirtiye:

1- Cara Pêşî: Di 25ê Remezana 1923an de, Xelîfetiya Nexşebendî ji Şêx Muhemed Nûrîyê Dêrşewî wergirtiye.

(Biner Tuhfetulixwan rûpel: 96, silsila rêçikê ku dawî navê Xelîfe Ûsiv e)

2- Cara Duyemîn: Yûsuf Topçû Xelîfetiya Nexşebendî di sala 1932an de ji Şêx Îbrahîm Heqî yê Basretê wergirtiye.

(Biner Tuhfetulixwan rûpel: 97, silsila rêçikê ku dawî navê Xelîfe Ûsiv e)

- Herweha Şêx Îbrahîm Heqî yê Basretê rewa dîtiye û cara duyem jî destûra Xelîfetiya Nexşebendî daye Xelîfe Ûsiv.

Piştî ku Yûsuf Topçû sê carên cuda xelîfetî wergirtiye, îcar bi Nasnavê Xelîfe hatiye naskirin û jê re Xelîfe Yûsiv hatiye gotin.

Dema ku Xelîfe Ûsiv li Cizîrê bûye, bi xûta ku here serdana gora Şêx Evdilqadirê Gêlanî, carekê çûye Bexdadê jî.

Dema ew li Bexdadê bûye, ji ber zanîna wî ya zêdetir di zanistiyê de, Şêx Ehmed Şerafedîn El Qadirî jê re heyran maye û bi awayekî rewa, di meha şewalê sal 1341ê koçê de Xelîfetiya Qadirî jî dayê.

(Biner Tuhfetulixwan, rûpel: 95, silsila rêçika Qadirî ku dawî navê Xelîfe Ûsiv e)

Tê gotin ku Xelîfe Ûsiv, dema terîqet belav dikir, li gor Rêçika Nexşebendî diliviya.

Lê wî bi xwe dema emel dikir, li gor Terîqeta Qadirî diliviya.

Diyar e ku emelkirina Nexşebendiyan bi nihênî çêdibe û ya Qadiriyan jî, eşkere tê kirin.


Fatma xanima jina Xelîfe Ûsiv, ji gundê Zengezorê keça Ebdurezaq bûye. Sê kur û sê keçên Xelîfe Ûsiv hene. Kurê wî Şêx Mistefa çûye ber dilovaniya Xwedê, Şêx Mihemedê Mezin û Mihemed Nûrî li jiyanê ne, temenekî dirêj bo wan zatan ji Xwedayê mezin dixwazim.

………………

Tê gotin ku Xelîfe Ûsiv jî, wek Mele Seîdê Kurdî, hertin diçû serdana gora Ehmedê Xanî û bi saetan rûniştî dima. Bêguman wî bi van serdanên xwe, ilhameke mezin ji Ehmedê Xanî wergirtiye. Ji ber hindê ye ku ew bûye evîndarê zimanê kurdî.



MEDRESEYA XELÎFE ÛSIV

Ev lehengê Zimanê Kurdî û peyrewê doza Ehmedê Xanî, herweha xwediyê sê destûrnameyên xelîfetiyê, bi serê xwe ekolek bûye di Zimanê Kurdî de.

- Ji ber ku di salên 40 û 50 de, Kurd, kurdî û hemû heyînên kurdewariyê ji aliyê leşkerên komara Tirkiyê ve hatibûne fetisandin. Xelîfe Ûsiv jî bizav kiriye û bi lehengwarî dest bi nivîsandina zimanê kurdî kiriye û yazdeh kitêb nivîsîne.

Herweha Xelîfe Ûsiv dema li kurê bi chi bûye, medre ava kiriye û şagird li xwe civandine. Bi dana dersan re, şagirdên xwe fêrî nivîsandina Zimanê Kurdî kiriye. Ji şagirdan zêdetir, Xelîfeyê gorbihgişt, li pey şivan û gavanan geriyaye, ew anîne Medreseyê û nivîsandina Kurdî hoyê wan kiriye.

Çewa ku ji helbestên Xelîfe Ûsiv jî tê zanîn, wî daye ser riya Ehmedê xanî. Di helbesteka derheq pirtûka xwe de weha gotiye:

Ger bêjin kurmancî ye, ne fesîh û letîf e

Haşa! Xalis me´nayê Şer´a Şerîf e

Herweha Mele Ebdullahê torinê Xelîfe Ûsiv jî, di Newroza 2011an de nameyek û çend kitêbên bapîrê xwe, ji min re hinartine û agahdarî li serê daye min. Ez spasiyên xwe ji virê dişînim Bazîdê û pêşkêşê cenabê Mele Ebdulahî dikim. (BELGE 7)

Xelîfe Ûsiv çewa ku evîndarê Zimanê Kurdî bûye, herwisa ew evîndarê perestinvaniya Îlahî bûye jî. Ji ber hindî wî 40 sal ji temenê xwe bi girtina rojiya sunet û bi şevan jî bi kirina nimêjan bihurandiye.

Yanî 40 sal bi rojan rojî girtiye û bi şevan jî nimêj kiriye.



Xelîfe Ûsiv dema kitêbên xwe nivîsiye, hertim riayeta belgeyan kiriye, di meseleyên olî de yan Ayeteke Qurana Pîroz, yan jî Hedîseka cenabê Pêxember nîşan daye.

Xelîfe Ûsiv di sala 1962,63an de dema kitêbên xwe dane çapkirin, ji tirsa dewletê navê xwe yê rast li ser wan nenivîsiye. Navekî weha nivîsiye: Ebdullah Bin Muhemmed En Neqşebendsî, el Qadirî:

12 Kitêbên Xelîfe Ûsiv Ev in Li Jêrê:

1- Tuhfet-ul Amilîn: Fiqha Islamê ye, 363 rûpel e, sala 1326 Koçê (1913-14) li Şamê li çapxaneya Teraqîyê çap bûye.

Dema ev kitên çap bûye, jiyê Xelîfe 29 sal bûye.


2- Tuhfet-ul Îxwan: Fiqha Islamê ye, bi zimanê erebî ye, 140 rûpel e, di 1996an de bi zimanê tirkî û erebî, li Stenbolê ji aliyê weşanxaneya Şûra Yayinlariyê ve hatiye weşandin.

- Hin sernavê vê pirtûkê bi kurdî ne, hin bi tirkî ne, lê piraniya naverokê bi zimanê erebî ye.


Li ser rûpela pêşî ev çend malik helbest hene:

Efû ke gunahê min rûsiyah

Bi lutf û bi rehma xwe ey Padîşah

Şefaetçî ke ji bo minê bênewa

Hebîbê te kir xatemê enbiya

Ji bo cumle mexlûq her ew şefaetçî ye

Te ew rehmet ji bo alem şandiye

Ew hebîbê te eflakî ji bo çêkirî

Bi cahê wî azad ke me ji agirî

Bê hed û hisab her selat û selam

Li ser wî û al û eshaba temam.







Li rûpela 128 jî ev çend malik nivîsîne:

Lê nezer ke ew çi leyla ye

Wekî bedrê şûle daye

Ji sed derda ra ew dewa ye

Çêtir e ji dermanê Luqman e

Sed Luqman û sed Eflatûn

Hatine dinyayê û ew çûn

Ewan nizanîn ev me´cûn

Ji elema ra bikin şîfa ye

Ew derman xayet biha

Daye Seyîdê Enbiya

Pê şîfa ye cirhê ´assiya

Temamê wê wehy û Quran e

Ji Lewhê Mehfûzê Ehed

Wî şandiye ji bo Ehmed

Pê şîfa bin elem û derd

Temamê wê wehy û Quran e

Evê dewaê Ehmedî

Vê merhema Muhemedî

Xuda layiq ji bo me dî

Temamê wê wehy û Quran e

Wî ji esmana şande xar

Li ser wî hebîbê Muxtar

Da ins û cin xilas bin ji nar

Temamê wê wehy û Quran e.

Xelîfe Ûsiv ev çend malikên hanê jî bi tirkî û erebî û kurdî (wek Ehmedê Xanî) nivîsiye:

Alimlere wacib îken, men´ eylemek bid´etlerî

La reybe fî şurbîd-duxanî semme qetîl

Yese´ûne fî şurbîd-duxanî, we îstehsen husnurridaî

Niçun buna raxib, pîr û sebî, mîr û geda?

Def´î erzî bu dir deyup, için meridî el lewbi el lewr (Biner 128)

Isme´ kelamî ya exî, la teleb minha eşşîfaî

3- Îrşad-ul Îbad a Kurmancî: Nivîsa wê pexşan e, Fiqha zagona olî ye, 320 rûpel e, tê de 2000 meseleyên olî hene. Xelîfe bi helbestekî weha gotiye:

Lewra ji Şer´ê heye tê da du hizar mesail

Yê xwendî ji terîqa musteqîm nabitin mail

Ev pirtrûk di 1960î de li Enqerê çap bûye. (BELGE 8)

Li gor agahdariya ku Mele Ebdullahê torinê Xelêfe Ûsiv daye min: Ev pirtûk li bajarê Ormiyê ji aliyê rêzdar Taha Husyn ve wergeraye zimanê farisî. Navê wê jî daniye Mecmeul Mesail.

(Mecmeul Mesail nişan bide)

4- Mecmeû´ ul Mesailîş-Şer´îye Bi Lîsanê Kurdiye: Ev pirtûk pexşan, Fiqha olî ye, bi piranî li ser perestiniyê hatiye nivîsandin, 795 rûpel e û tê de 46 babet hene. Di sala 2010an de li Stenbolê ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin.

(Di rûpela 75an de weha dibêje: Tu bizan, çermê heywanê me´kûlê mirarbûyî, hem yê heywanê xeyrê me´kûl wekî niha ker û qatir, gur û şêr û xeyrê wan, mesela ji xeyrê kelb û xinzîrî û firû´ê wan, bi debaxgirtinê tahir dibin, nekû pirça wan. Lakin efû heye ji qelîlê pirçê ku dimîne li ser cildê…

5- Tuhfetus-Sebîyan: (Diyariya Zarokan)

Ev kitêba bi kurdî û pexşan, ji bo zarûkan wek diyarî hatiye nivîsandin. Tê de 44 babet hene û di 2008an de jî li Stenbolê ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve çap bûye.

Xelîfe Ûsiv di dawîyê de bi helbestkî malikek weha nivîsiye:

Ey xwendiya! li min nekin lewm û îtab

Ger çi pir sehw û eyb e, ev kitab

Hûn dirist û teshîh bidêrin xweşcewab

Ji lutf û kerema xwe wellahu e´lemu bissewab.

6- Tuhfet-uz Zakirîn: Ev kitêba bi kurdî, pexşan e, tê de 44 babet hene û di 1963an de li Enqerê çap bûye.

- Ev pirtûk, bi erebî û kurdî hatiye nivîsandin.

- Cara pêşî di 1963an de li Enqerê çap bûye.

Li şûna navê Xelîfe Ûsiv, ji tirsa dewletê, navê Ebdullah Ibnu Mewhmûd Neqşebendî hatiye nivîsandin.

Kitêb heta rûpela 112 bi herfên makînê, lê ji 113 heta dawiyê bi qelekê hatiye nivîsandin û her wisa jî çap bûye.

(Nivîsa destxetê Xelîfe Ûsiv ya vê pirtûkê, niha li ba torinê wî Mele Ebdulah dimîne)
Helbesta li ser bergê Tuhfet-ul Ixwanê, li ser bergê vê pirtûkê jî hatiye nivîsandin. Ew jî ev in:

Ger tewfîq neda qeyûmê Qadir

Yek zere taet ji kes nebûya sadir

Eger tewfîqa xeyrê nebûya ji Barî

Yek zere qebcî ji dest nedibû carî

Efû ke gunahê min rûsiyah

Bi lutf û bi rehma xwo ey Padîşah!

Şefaetçî ke ji bo minê bênewa

Hebîbê te kir xatemê enbiya

Ji bo cumle nexlûq her ew şefaetçî ye

Te ew rehmet ji bo alem şandiye

Ew hebîbê te eflak ji bo çêkirî

Bi cahê wî azad ke, me ji agirî

Bê hed ê hisab her selat û selam

Li ser wî û al û eshaba temam.

- Çapa Duyemîn, di sala 2000î de li Stenbolê, ji aliyê weşanxaneya HÎRAyê ve hatiye çapkirin. Weşanxaneyê, li meseleyeyên bi zimanê erebî û kurdî, zimanê tirkî jî zêde kiriye. Tirkiya wê ji aliyê Mihemed Can ve hatiye nivîsandin.

Ev nusxe 416 rûpel e.

7- Meratiba Hîsabê: Ev pirtûkok matematîk e, wek kitêb nehatiye çapkirin. Lê Weşanxaneya Nûbiharê ew di nava rûpelên xwe hejmara 89an de, 2003, (27-35 rûpel) li Stenbolê weşandiye. (BELGE Kitêba Hisabê, NÎŞAN BIDE)

8- Feraiz: Ev berhem, pexşan e, dabeşkirina mîratê li mîratxuran dike, di 1961ê de li Enqerê çap bûye û 56 rûpel e.

Navê Xelîfe Ûsiv bi tîpan û bi Hesabê Ebcedê jî wek reqem 156, hatiye nivîsandin. Kes ji vî navî fêm nake, lê wek navê nivîskar, çewa li ser hin kitêbên wî yên din jî heye, Ebdullah Inbu Mewhmûd Nexşebendî hatiye nivîsandin.

Li ser bergê wê çend malik helbest weha hatine nivîsandin:

Ey ummîyê ku hûn erebî nizanin

Ji we ra mizgînî ye ger hûn bizanin

Kesê wê bixwûne ji pîr û cana

Wê bibe feqîhekî xebîr û zana

Bi tewfîwa Xelaqê erd û asîmana

Bi cahê şefîê cumle ins û cana

Sed hizar selat û selam her zemana

Li ser wî û al û eshaba her weqt û hîn û ana.



Rûpela 56an jî tev helbest e. Ev e çend xane li jêrê:

Ey kesê ku hûn ummî û nezan in

Ihsanek ji Xudê ger hûn bizanin

Gerçî ne muhtacê wê ne alim û zana

Lakin zanîna wê ferz e ji bo cahil û nezana

Bi ilmê fexr neke ey kesê alim û zana

Fexr ew e tedbîr bikin ji bo cahil û nezana

Wan hişyar bikin heta dînê xwe naskin

Ji cehl û delaletê ewan xilas kin

Eger xwendiyê ku nav mela ne

Bi eceb tekebbur ew mubtela ne

Bi te´n û istihza û bihana

Men´ dikin ji te´elumê cahil û nezana

Ewê digel ilm bimrin herin fenayê

Wan ehl û etba´ê ummî dê bimînin li dunyayê

Ger te divê riya dînê xwe bizanî

Bi sehl, bê mesref bi terzek erzanî

Ewel bixwîne Qurana ´ezîm ji ezber

Paşî wê Irşad-ul Îbadê çendî jiber

Terîqa Heq wê ji te ra xuya be

Çi ta´etê bikî wê meqbûlê Xuda be

Ne Irşad-ul Îbadet, belkî ew dewa ye

Ji bo mereza cehlê eceb şîfa ye

Lewra ji Şer´ê heye tê da du hizar mesail

Yê xwendî ji terîqa musteqîm nabitin mail

Kurmancî ye, şêrîntir e ji şekir

Xweziya bi wî kesî ku zanî hem jî jiber kir

Çi kesê qenc bixwîne, lê nezer ke

Ewê helal û heram ji hevdu ferq ke

Paşê huba zanînê li wî eser ke

Erkanê wuddû û xeslê temam jiber ke

Hem wê erkanê sinet, nimêja mubarek

Wê bizane azan, îqamet, tesbîha bicarek

Wê bizane nimêja cemaet, herdu îda

Wê di xesl û nimêja meyita da bibe alim û seyda

Hem wê bizane ferza zekat û sewmê

Paşê laiq e bibe îmamê qewmê

Hem wê bizane erkan û adabê nîkahê

Xwedê bide wî necat û fewz û hem felahê

Hem wê bizane halê ddehiye w ´eqîqeta sebiyan

Cenet meskenê wî be di nêv hûr û xilman



Hem wê bizane yê helal û enwa´ê heywana

Ji ekla heram men´ bike cahil û nezana

Eger mesailê wê temam qenc bizane

Heq e ku ew alim e, ne cahil û nezan e

Lewra ferman kiriye Hezretê Pêxember

Şefî´ê assiya, roja Qiyam û Mehşer

Ji weqta piçûkî der zemanê mehd

Heta qebrê kesba emel bikin bi lez û cehd

Ger bêjin Kurmancî ye, ne fesîh û letîf e

Haşa! Xalis me´nayê Şer´a Şerîf e

Ji şer´ê qet meqsed fesahet nine

Belkî emel û silûka terîqa dîn e

Ger hûn qebûl bikin ya Heq weha ye

Wene, cewher li sûka beqala bê biha ye

Ji bo mu´anida faîde ew e, negotin

Li sûka mirîşka deve nayê firotin.



9- Teqrîz: (Rexne/Medhiye) Ev pirtûk xwerû helbest e, kêşana wê serbest e, tê de wekheviya kiteyan tune, lê belê qafiya her xaneyekê yek e û li ser babetên cuda cuda hatiye nivîsandin. Bi piranî helbestên wê rexne ne. Tê de 12 babet hene. Di 1961ê de li Enqerê hatiye çapkirin. Navê nivîskarî jî bi awayekî eşkere wek ”Yusuf Topçu oglu” li serê hatiye nivîsandin.

Xelîfe Ûsiv bi tundî li dij nezanînê derketiye û xelkê dehfandiye ku ew bixwînin û xwe fêrî nivîsandina bi zimanê kurdî jî bikin.

Çend helbest ev in li jêrêr:

Ji ewel kesî nediye heta evî zemanî

Bi vê tertîbê, xasma bi vî lîsanî



Lîsanê kurmancî çil bav û kalan

Hêj nizanî bi xwendina mah şû salan

Kelbê kûtxwur bi kêr şivanî nayê

Cahilek nezan î, Xwedê nedayê

Ey cahilê malxirab ê wêran!

Neke de´wa meydana piling û şêran

Tu ku ehmeq î, lîsanê abaê xwe nizanî

Şerm û heya bike, tu kêmrtirê ji san î

…..

Guh nede wî cahilî, wî bêedebî

Ku dibêje ”ilm nîne ji xeyr erebî”

Lewra DÎN îbaretê ji me´nan e

Ne ku bi kelîmet û lefz û hirûfan e

Nebêje Yûsif xudan´eyb û natemîz e

Qewlê wî ne meqbûl û ezîz e

Nizanî tu, hingiv ji bo mereza dewa ye

Gerçi ji mêşek denî bê beha ye

Xarina wî lezîz e, gelek şêrîn e

Nebêje kevçik dar e, weya zêrîn e?

……………

Lîsanê kurmancî egerçî naşirîn e

Lakin di benda me´nayê de şekirîn e

Gerçi ew darek kêmbiha ye

Lakin semerê wê Şer´a Mustefa ye

Lazim e ji wî semerî nebî tu xafil

Gerçi tu yî xwedanê idrak û aqil

Kesê ku weha fêm neke, ew nezan e

Ew ne insan e, kerekî xwedanpalan e

Kerê reş ji wî çêtir bizane

Kerê guhbiçûk e, ne wekî keran e

Ji serî veke pêç û emamet

Xwedê nedaye wî bext û seadet

………….



DEHEQ XEYBÊ DE WEHA GOTIYE:

Ey kesê xeybî, tu ne guhdirêj î!

Ma tu fetwa ji xelqê ra bi erebî dibêjî?

Ya tu fehm dikî ji hirûfê erebî bi qencî?

Paşê ji wan ra teqrîr dikî bi kurmancî!

…….

Xweziya weqta tu wan dikî itirazê

Ez jî hazir bibûma wê weqt û lehzê

Ewan bidiya ji min ecaib icabet

Heta qiyamet bibûna şermî, xicalet

Meger kor î, bi kurmancî nizanî

Çend kitêb gotine Ehmedê Xanî

Yûsif û Zuleyxa, Memozîn

Nûbihara fesîh bi elfazê şekirîn

……..

BÊBIHATIYA KURDÎ

Kêmqîmet e, semen erzan e

Kurmancî ye, her kes dizane

Tu qedrê kitaba xwe qenc bizane

Nebê ”kurmancî ye, kes qedrê wê nizane”

………….

Ji bo zanayên çikûz jî weha gotiye:

Ew ê digel ilmê xwo bimrin herin fenayê

Ehl û etba´ê wan ummî dimînin li dinyayê

Nizanin ji bo wan bikin tedbîr û çara

Dihêlin ewan ummî wekî esîr û jara

Fexrê dikin bi ilmê aba û ecdadê xwe

Agah nînin ji cehl û esîriya halê xwe

Ew alimê ku bi ilmê erebî qenc dizanin

Ehl û ewladê wan xaliben, ummîyê nezan in.

………

Heta tu nekî ewan tekrar û ezber

Ne laiq e tu bibî îmam û serwer

….

Hekîmê ku birîn û dermana nizane

Ew ne hekîm e, tu wî yeqîn ji xwe ra qatil bizane

Billah nesîhet ji we ra ez dibêjim

Ne ku beyhûde kelamek ji bo we ez dibêjim

Ger van benda ji xwe ra nesîhet nizanî

Tu yê bînî yeqîn xecalet û poşmanî

Ev qeder kafî ye ji bo te eger bizanî

Werne, Tewrat ji te ra bêjim dîsa nizanî

………….

Gerb tu şêr î, meydana herba şêra veke

Ger tu rovî yî, de´wa meydana şuhretê meke

DERHEQ DEREWÎNAN DE WEHA GOTIYE:

Ger tu şêrekî namîdar î

Ne layiqê te ye kizb û hîlekarî

….

Di helbesteka din de weha gotiye:

Nêçîr û xwarina şêra gayê kovî ye

Mirîşk û mişk seyd û nêçîra rovî ye

…..

Derheq cahilan de weha gotiye:

Lewra cahilî zulmet e, eceb tarî ye

Heta ku nizane nefsa wî kî ye

,,,





Yeke din weha gotiye:

Ey cahilê ku hûn erebî nizanin

Ji we ra mizgînî ye ger hûn bizanin

….

Derheq Kitêba xwe jî weha gotiye:

Kurmancî ye, şêrîntir e ji şekir

Xweziya bi wî kesê ku zanî û hem jiber kir.

….

Dîndar dizanin eceb mufîd û şerîn e

Gerçi di çavê naqencan de kelem û istirî ne

….

Xelîfe Ûsiv Diyar kiriye ku her kes bi zimanê xwe dinivîse, çima Kurd nanivîsin:

Rom û Firing û Ecem we dine (dîtin)

Dîn û mezheb, bi lîsanê xwe nivîsîne

Dinivîsin bi lîsanê xwe her finûn û karî

Her yek bi zimanê xwe dikin eceb iftîxarî

Ji xeyrê Kurmanc bê huner necabet

Navên bibînin li dunya û axretê seadet

Eger bi zimanê (kurdî) meselek bibînin

I´raz jê dikin, ruyê xwe jê dizivirînin

Nefret jê dikin, tu car lê nakin nezer

Gerçi bibe Şer´ û hedîsa Pêxember

,,,

Cumle milel malizûnê xwe aşiq û razî ne

Ji xeyr Kurmanc duxûrê mecnûn û dîn e

Ji Kurda edeb û kemal neke hêvî, guman

Gerçî bibin şakirdê Eflatûn û Hekîmê Lûqman

Şîfa nabin ji mereza qelbê evan leîman

Eger sed derman bixun ji dest van hekîman.



10- Tecwîd: Tecwîd û Eqîde di yek nusxeyekê de bi hev re hatine çapkirin: Nivîsa Tecwîdê pexşan e, tê de 38 babet hene û 44 rûpel e.

Di 2008an de jî li Stenbolê ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve çap bûye.

HELBESTa Li Rûpela pêşî:

Wacib e li ser xas û amê

Zanîna erkanê îman û îslamê

Paşê wacib e li ser da û baba

Te´lîma ewlada ruhniya herdu çava

Kurmancî ye, şêrîntir e ji şekir

Xwezya bi wî kesî zanî hem jiber kir.

11- Eqîdeya Îmanê: Nivîsa pirtûkê pexşan e û 30 rûpel e. Tê de 17 sernav hene, di 2008an de jî li Stenbolê ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve çap bûye.

…..

12- XUTBE: Ev kitêba ku ji tirsa leşkerên dewletê bi salan di kadîn û lodan de hatiye veşartin, hawîdorê wê tev ji aliyê mişkan ve jî hatiye kurisandin.

Kitêb di 1963an de hatiye çapkirin, navê Xelîfe Ûsiv jî bi hesabê Ebcedê wek şifre li serê hatiye nivîsandin û ne diyar e ku li kurê jî çap bûye.

Diyar e ku ruknê Xutbê, pênc in:

1- Hemdê Xweda

2- Selewat

3- Wessyeta bi teqwayê

4- Ayet

5- Dua



Jixwe diyar e ku roja înê, mele li mizgeftê du car xutbe dixwîne.

Xelîfe Ûsiv ev xutbe bi awayekî rêkûpêk, ev her pênc xalên li jorê nivîsiye ku mele dê çewa bixwîne.



Gulan 19/ 2012

pencinar.z@gmail.com

Çavkanî: diyarname.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder