26 Temmuz 2012 Perşembe

Kûçikên Qisir ên Şaredariya Agiriyê


Rojekê serokê şaredariya Agiriyê Hesen Arslan diçe taxa Gûtî (Fatîh), kesekî ji wê taxê tê cem şaredar û dibêje; "Birêz şaredar, di taxa me de gelek kûçik hene. Em ji ber tirsa kûçikan newêrin derkevin derê malê. Kûçik me û zarokan degezin (gez dikin)"


Şaredar dibêje; "Haya me ji van kûçikên di taxa we de heye. Me hemû kûçikên taxa we girtin. Qisir (xadim) kirin û berdan".

Ew kesa dibêje; "Birêz şaredar kûçik me nanin, me digezin (ges dikin)".

Jêrenot: Ev bûyera sala 2011 an de qewimî.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder