21 Temmuz 2012 Cumartesi

Baydemîr: Min dixwaset li qilûbeyeke bijîm


Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê dibêje, "Min dixwest li qûntara Çiyayê Agirî di qilûbeyekê de bijîm."


Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê bersiva 20 pirsên rojnameya Tarafê da. Vane ew bersiv:

1- Peyva ku herî zêde tu jê hez dikî?
Wijdan

2- Peyva ku tu jê nefret dikî?
Zilm

3- Çi heyecanê dide te?
Gotina keça min Ranya ku dibêje "Bavo".

4- Çi dikare heyecana te bikuje?
Girîna jinekê

5- Dengê ku tu herî zêde jê hez dikî?
Dengê bilûrê

6- Dengê ku tu jê nefret dikî?
Dengê çekan

7- Te dixwest tu kîjan karî nekî?
Tetikkêşî

8- Te dixwest bibî xwedî kîjan jîrekiya xwezayî?
Zanîna hemû zimanan

9- Heke tu tu nebûyayî, te dixwest tu bibî kê?
Li gundekî çiyê şivanekî/gavanekî

10 - Te dixwest tu li ku derê bijî?
Li qûntara Çiyayê Agirî di qilûbeyekê de

11- Qisûra te ya herî girîng çi ye?
Zêdebisebir bûn

12- Xuyê te yê herî xirab ku kêfê dide we çi ye?
Titûn kişandin (Kişandina cixareyê)

13- Lehengê/a te kî/ê ye?
Mahatma Gandhî

14- Çêra/xebera ku tu herî zêde bi kar tînî?
Ker kurê kerê

15- Niha haletî ruhiyeya te çawa ye?
Zîz (tije bi hest)

16- Kîjan diruşm felsefeya te ya jiyane nîşan dide?
Îro ji sibê, sibê ji îro dê baştir be

17 -Xeyala te ya bextewariyê çi ye?
Azadî

18- Bi te pênaseya nebextewariyê çi ye?
Mihtacbûna li namerdan

19- Tu dixwest tu çawa bimirî?
Di xewna azadiyê de

20- Dema ku mirî û çûyî cenetê te dixwest Xwedê li ber derî ji te re çi bibêje?
Te ezmûn derbas kir, tu ne mehcûb î

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder