26 Temmuz 2012 Perşembe

'Çiyayê Agirî' di dadgeha Tirk de heliya û wenda bû!


Agirî - Di doza KCK’ê ya Agiriyê de, şahidê nepen ê ku dihat îdîakirin ku navê wê/wî yê kod “Çiyayê Agirî” ye heliya û wenda bû. Di nivîsa Midûriyeta Emniyeta Agirîyê ji 2’emîn DadgehaCezayê Giran a Erziromê re şand de, got; “Tu kesek bi vî navî tune ye.”


Rûniştina doza Reyhan Çomak, xebatkara Navenda Giştî ya BDP’ê Sûdan Guven û Yaşar Karakûş ên ku di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK’ê de, sala par ji ber îfadeyên şahidê nepenî yê bi navê “Çiyayê Agirî” ji aliyê Midûriyeta Emniyeta Agiriyê ve hatibûn girtin, îro li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eziromê pêk hat.

Di rûniştina dozê ya ku li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Erziromê pêk hat de bersuc û parêzer amade bûn. Bersuc Reyhan Çomak, Sûdan Guven û Yaşar Karakuş xwest îfadeyên xwe bi Kurdîbidin. Lê Dadgeha Tirk daxwaza Kurdî qebûl nekir.

Parêzerê parastinê Mûşîr Delîduman bi bîr xist ku wana xwestibû ku kesê bi nasnavê “Çiyayê Agirî” yê ku weke şahidê nepen di dosyayê de hatibû nîşan dan, were guhdarkirin. Delîdûman diyar kir ku ji bo dadgeh xwe bigihîne “şahidê nepen”, nivîs ji Midûriyeta Emniyeta Agiriyê re şand. Di nivîsa Midûriyeta Emniyeta Agirîyê ji 2’emîn DadgehaCezayê Giran a Erziromê re şand de, got; “Tu kesek bi vî navî tune ye.”

Prz. Delîdûmangot; “Emniyetê got ku kesek bi navê ‘Çiyayê Agirî’ tune ye. Polîsan derewek bi qasî Çiyayê Agiriyê veşartin. Tenê sucek ê muwekîlên min hen, tenê ew jî ew e ku Xwedê wana Kurd afirandine.”

Dîwana Dadgehê biryara berdewamkirina bersucan da û dozê taloq kir.


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder