26 Temmuz 2012 Perşembe

Li Çorluyê mirina leşker a bi guman


TEKÎRDAG (DÎHA) - Welatiyê bi navê Nîhat Bakir ê ku ji Agiriyê li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê leşkerî dikir duh piştî nîvro kuştî hate dîtin.


Welatiyê bi navê Nîhat Bakir ku li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê leşkerî dikir duh piştî nîvro li yekîneya leşkerî lê dikir mirî hate dîtin. Bakir bi gulaya li serî wî hatî ketin jiyana xwe ji dest da û cenazeyê Bakir ji bo otopsiyê birin nexweşxaneke leşkerî ya Stenbolê. Malbata Bakir a ku li Îzmîrê dijî piştî agahî girt ji bo cenaze bigirin çûn Stenbolê û endamên malbatê diyar kirin ku tu pirsgirêka zarokê wan tunebû û ev yek teqez cînayetek e. Parêzerê malbatê ji bo agahiyan bigire li yekîneya leşkerî ya Çorluyê geriya û rayedarê leşker ê pê re hevdîtin kir jê re got tu kesî bûyer nedîtiye û Bakir li aliyekî yekîneyê mirînî hatiye dîtin. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Bakir dê li Îzmîrê bê definkirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder