10 Kasım 2012 Cumartesi

Şêrên Araratê piştgirî dan greva birçîbûnê


Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Şêrên Araratê tevî piştgiriya ji bo girtiyên kurd ên bakurê Kurdistanê yên di greva birçîbûnê de, ji ber pêşîgirtina mafê welatiyan rexne li hikûmeta Tirkiyê girt û daxwazê ji rêxistinên mafê mirov dike ku rolê xwe bileyîzin.


Di daxuyaniya civata rêveberiya Hêza Şêrên Araratê ku kopiyeke wê gihaye destê Rûdawê de wiha tê gotin: “Em dengê xwe dikin palpişta dengên din ên ku daxwaza mafên rewa yên zîndaniyên siyasî li Bakurê Kurdistanê û daxwazê ji Hikûmeta Tirkiyê dikin ku li ser daxwazên girtiyên siyasî bisekine. Li gor me jî, binpêkirina mafên hemwelatiyan li ser pirsgirêkên siyasî ne cihê pejirandinê ye.”

Civata Şêrên Araratê daxwaz ji ji rêxistinên mafê mirov ên cîhanî jî dike ku helwesta xwe bi kiryarî nîşan bidin û erkê xwe yê mirovî cîbicî bikin.

Hêza Şêrên Araratê hêzekî siyasî û leşkerî ya nû ye ku meha tebaxa îsal li Rojhilatê Kurdistanê serî hilda û daxwaza federalîzmê ji bo rojhilatê Kurdistanê dike.

Şêrên Araratê heta niha ti kiryarekî leşkerî encam nedane û wekî endamê civata rêveberiya Şêrên Araratê Heval Agirî ji Rûdawê re ragihandî: “Navenda serekî û pêşmergeyên hêzên Ararat li çiyanin, rojane li ser sînorê Ermenîstan û bakurê Kurdistanê ne."

Çavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder