8 Aralık 2012 Cumartesi

"Şêrên Araratê" ji bo navbeynkariyê li Rojavayê Kurdistanê ne


Rojavayê Kurdistanê (Rûdaw) – Şandeke siyasî ya "Hêza Şêrên Araratê" ji bo pêkanîna hevdîtinan ligel hêzên siyasîçû Rojavayê Kurdistanê. Berpirsê pêwendiyên Şêrên Araratê, Xalîd Ehmedî, ji Rûdawê re ragihand: "Em bi ala Kurdistanê û wêneyê Dr. Ebdilrehman Qasimlo yê nemir çûne Rojavayê Kurdistanê. Li wir emê hewl bidin rê li ber derketina şerê navxwe bigirin û encamên tahl ên şerê navxwe li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bînin bîra wan."


Berpirsê pêwendiyên Şêrên Ararat herwiha got: "Em di wê serdanê de li bajarê Kobanê ligel Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê(El-Partî) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rûniştin û wek hêzeke serbixwe ya Rojhilatê Kurdistanê me hewl da ku navbeynkariyê di navbera wan herdu partiyan de bikin."

Bi gotina wî berpirsê Şêrên Ararat, "El-Partî û pirraniya hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêşwaziya vê pêngava mekirin û amadebûna xwe ji bo vê însyatîfê nîşan dan, lê hevrêyên PYDê bi sarî berê xwe didin vê hewldana me." Şêrên Araratê hêzeke nû ya Rojhilatê Kurdistanê ye û di dawiya Tebaxa îsal de li zozanên Ermenistan û Bakurê Kurdistanê damezrandina xwe ragihand û ji du baskan pêktê, baskê siyasî û yê leşkerî.

Vê hêzê heta niha ti karekî berçav li Rojhilatê Kurdistanê nekiriye, lê weke di daxuyaniyên wê yên fermî de hatiye diyarkirin,beşek ji hêzên wê li Rojavayê Kurdistanê ne û alîkariya Artêşa Azad a Sûriyê dikin. Berpirsê pêwendiyên Şêrên Araratê alîkarîkirina Artêşa Azad piştrast kir û got: "Di siyasetê de dijminê dijminê te dostê te ye. Niha Îran bi hemû şiyana xwe piştevaniya rejîma Sûriyê dike û hewl dide desthilata Esed bimîne, em jî li dijî hewldanên Îranê piştevaniya şoreşa gelên Sûriyê dikin. Niha çend endamên me di nav yekîneyên kurd ên Artêşa Azad a Sûriyê de ne."

Xalîd Ehmedî derbarê helwesta xelkê Rojavayê Kurdistanê ji bo hêzên wan, got: "Herçiqasî PYD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navbeynkariya me qebûl nekirine û dixwazin em vegerin Rojhilatê Kurdistanê, lê xelk û hêzên din ên Rojavayê Kurdistanê bi germî pêşwaziya me kirine. Em xwe weke hêzeke Kurdistanî dibînin, 24 pêşmergeyên me xelkê Rojavayê Kurdistanê ne."

Berê wisa hat belavkirin ku kanaleke televizyonê ya ezmanî bi navê Urmiyê TV tê vekirin, lê ne diyar bû kî xwediyê wê kanalêye. Xalîd Ehmedî eşkere kir ku ew kanal ji aliyê wan tê birêvebirin û got: "Em bi niyet in bingeheke kanala Urmiyê TV li Rojavayê Kurdistanê vekin û  ji bo vî karî jî me piştgiriya pêwist bidest aniye."

Urmiyê TV di Newroza îsal de li Ewropayê li ser satelîta Hotbird dest bi weşana xwe kiribû û ji bilî zimanê kurdî, di hinek rojêntaybet de bi zimanên aşûrî, azerî û farisî jî bernameyan belav dike. Biryar e di Newroza bê de her li ser frakransa wê kanalê kanala ezmanî bi navê "Ararat" jî dest bi weşana xwe bike.

Sakar Ebdullazade

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder