9 Aralık 2012 Pazar

Arjen Arî: Agirî


Agirî

her taht pastarek, her şikeft perestgeh
kêlên namdariyê ne esseh, quçên bêminetiyê
di tûrikê min de nanekî hişk, di destekê de mishef
bê xatir, min berê xwe da çiyayên azadiyê!

...
kengî bêxwedî man?
ji Geliyê Lolan ta Herekol
newal bi newal, gelî bi gelî, dol bi dol
şikefteke bêhêvî şanî min bide
an hêşergeheke bêtol?

dil dilêr e
dil mişt mişt bi hêviyê, bêpawan
û her mil mêr mêrxas, her pêsîr merd merdan!
çiyayekî bibîne heyran çiyayekî
ku serî hilnedabe li wext û zeman?

di agirdangekê de pijiya her reng
her pijîn qozeqer, rivîn rivîn heft reng
me qîz hene şox û şeng, me xortên çil çeleng
li welatê por roj, bejn bi bejn terhên jiyê!

ketibin li vî çiyayî jî ketin:
ev çiya bejn-agir, Agirî
yanî tacîdarê tacîdaran, textê rojê
serî çîk sayî, dor bi mij û moran
niha bindestê cemedê, qirê, qeşayê
guvîna bê sirûdekê dixulxulîne guhê demê:
‘dilo yeman yeman,
çiyan girto berf û dûman
me ra bişîn Şahê Merdan…’

Arjen Arî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder