27 Aralık 2012 Perşembe

Qira Kirîvan


Ez gelekî li ser vê nivîsê fikirîm; gelo binivîsînim? gelo nenivîsînim? Paşê min biryar girt ku binivîsînim, vê carê jî min got gelo navê nivîsê çi be? qira kirîvan? hevudu kuştina kirîvan? yan bêbextiya kirîvan?.


Ev meseleya hatiye serê bereka me; Salên 1915 an de me û Fileyan ve me hevudu kuştiye. Kalikê min digot; "Tirkan û hin Kurdan ve lêxistin File (Ermenî) kuştin, qira wan hanîn. Lê hemû Kurdan na, hin Kurdan. Piştî wê bûyerê herkesî gundên xwe yên deşta Rewanê (Îdir) hiştin û ber bi Agiriyê û cihên din revîn."

Gundê me yê îro (Qazî), hemû pirmamên hev in, piraniya wan li Îdirê hatine. Piştî ku li Îdirê hatine, hin qizmên wan jî Qersê bûne, çûne û pismamên xwe yên li Qersê jî hildane û hanîne gundê me.

Ez dîsa gotinê didime gorbihiştê kalikê xwe: "Rojekê herkesî holişkên (xaniyên biçûk) xwe hîştin û revîn, gotin "îşev Fileyên bên û me bikujin". Mezinên me jî amedekariyên revê kirin. Herkesî xwe amade kiribû û wê qasekê şûn de bireviya na, ji ber ku êvarê Fileyan wê li ser gundên Kurdan de bigirtana. Mezinan çûn nihêrîn ku Erebê pismamê me xwe amade nekiriye, jê re gotin "Kuro rabe em birevin û herin, Fileyên bên û me bikujin." Ereb got: "Na ez narevim, File çima me bikujin? me destê xwe nedaye wan, ew kirîvên me ne." Haciyê apê me bi piyê xwe ve holişka Ereb xist, holişka wî hilweşand û got: "Kuro rabe em birevin wê me bikujin, em jî dizanin me tiştek nekiriye lê ew herkesî dikujin." Ereb dîsa got: "Na ez nayêm kirîv me nakujin, me tiştek nekiriye."

Ereb li wir dimîne, herkes ber bi Agiriyê direve. Wê şevê File tên xeynî jina Ereb, Esmerê û kurê wî, yê di pêçekê (dergûş) de Zawit ve herkesî dikujin û diçin. Wusa bereka me û File ve dibine xwînî.

Piştî wê bûyerê mezin diçin Esmerê û Zawit ve hildidin û digihinin we. Pismamekî kalikê min (niha navê wî nayê bîra min), tim di hundirê xwe de xweyî dike, dibêje: "Ezê heyf û tola pismamê xwe hildim." Ez pismamê kalikê min, piştî çend salan diçe cem mezinekî Fileyan û dibêje: "Kirîv ezê kurê xwe sinet bikim, were bibe kirîvê kurê min." Wusa wî mezinê Fileyan dixapîne û tê. Têne kêleka çemê Mûradê, mezinê Fileyan dibêje : "Ezê avê vexwim." File xwe xwar dike, avê vedixwe, çawa ku ava xwe vedxwe û hewl dide ku rabe, pismamê kalikê min devê tifingê ber bi wî dike û guleyekê berdidê. Mezinê Fileyan dibêje: "Bextê we Kurdan tune ye." Pismamê kalikê min dibêje: "Min xaçê we n... bextê we heye? çi gunehê pismamê min hebû, we hemû malbata wî kuşt?"

Ew mezinê Fileyan li wir dimire, pismamê kalikê min diçe kerekê tîne û dixwaze wî bide ser pişta kerê û bibe çem cimeeta xwe. Diçe kerekê hildide û tê, lê bejna File wusa dirêj e ku li ser kerê nabe; Him destên wî erdê dikevin û him jî piyên wî. Vê carê pişta wî dişkîne û wî çep dide ser kerê. Ew î Fileyî hildide û dibe gund, diçe File nîşanî pismaman dide û dibêje: "Teze dilê min rihet bû, min teze heyfa kurapê xwe hilda, min re avsîrekê çêkin ezê bi dilekî rihet bixwim."

Wusa kirîvtiya me û Fileyan ve xilas dibe.

Beriya ku File êrîşî malên me dike, em û ew ve em kirîvên hevudu bûne. Wan alîkariya me kiriye, me jî alîkariyan wan kiriye. Gundên me û malên me ve di nava hevudu de bûne. Lê di serî de wan em kuştine. Xwezî nebûya, xwezî kirîvan hevudu nekuşta.

N. Agirî

28.12.2012

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder