23 Aralık 2012 Pazar

Li Agiriyê panela 'Xweseriya Demokratîk'


Agirî - Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê di panela "Xweseriya Demokratîk" a li Agiriyê de axivî û got: "Kurd êdî kurdên berê nîn in. Bi komkujiyan û tunekirinê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Riya vê yekê muzakereye û mucatab jî diyar e. Em destûrê nadin tu kes me rê ve bibe."


Li Agiriyê panela "Xweseriya Demokratîk" pêk hat. Panele li avahiya BDP'ê ya Agiriyê pêk hat. Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Hanîfî Demîr, rêxistinên BDP'ê yên Bazîd, Giyadîn, Avkevir, Tutax, Panosê û gelek welatî tevlîbûn.

Panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, diyar kir ku xweseriya demokratîk tê wateya gel xwe bi xwe rê ve bibe û wiha got:

“Mafên xweseriya demokratîk li gelek welatên cîhanê tên bikaranîn. Mirovên li welatên lê dijîn ol, ziman çibe bila bibe bi zimanê xwe biaxivin, çanda xwe bidin jiyîn û xwe rê ve bibin mafê wan ê herî bingehîn e. Lê li welatê em lê dijîn ev hemû tên qedexekirin. Kurd dikarin xwe rê ve bibin. Dikarin biryarên xwe bigirin. Tu kes xwedî mafê li şûna me biryarê bigirin nîn e. Dixwazin bi operasyonan û miranan me têk bibin. Kurd êdî kurdên berê nîn in. Bi komkujiyan û tunekirinê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Riya vê yekê muzakereye û muhatab jî diyar e. Em destûrê nadin tu kes me rêvebibe."

Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Hanîfî Demîr jî madeyên modernîteya demokratîk û armancên wê aşkera kirin.


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder