2 Ocak 2013 Çarşamba

Ceribandinek


BÎSÎKLET

Li gundekî Agiriyê, sê birayên bi navê Memo, Nîhat û Nîmet hebûn. Memo yê herî mezin, Nîhat yê duyemîn Nîmet jî yê herî biçûk bû. Ev hersê bira, biçûkên çar qîzan bûn, ji dê û bavê wan re hinekî dereng, zarokên kurîn bûbûn. Ji ber wê , dê û bavê wan pir zarokên xwe yên kurîn hezdikirin.
Yên qîzîn jî hezdikirin lê zarokên kurîn, tiştekî din bû ji boy wan, sedema wê jî ev bû; dema ji wan re zarokên kurîn nedibûn, xelqê qirfê xwe ji wan dikir. Sala 1983 an de diya wan zarokan, ducanî ye, dibîhîze ku bavê wî yê li gundekî Bazîdê nexwaş e, diçe serdana bavê xwe. Diçe dibîne ku bavê wê gelekî nexwaş e, bavê wê yê nexwaş ji qîza xwe ya ducanî re dibêje: "Qîza min, ji te re kurekê bibe, navê wî dayne Miheme Nûrî". Piştî çend rojan bavê wê diçe ber rehma Xwedê. Paşê Memo dibe, navê wî datînîne Miheme Nûrî lê ji ber xwîn şêrînî û delalîbûna wî herkes jê re dibêje Memo. Sal nîvekî piştî Memo, Nîhat tê dinê, dîsa sal nîvekî piştî Nîhat jî Nîmet tê dinê. Ew her sê bira delaliyên dê û bavê xwe bûn, lê çiqasî delalî bim jî, dîsa jî mala wan li gund bû, zêde derfetên wan tunebûn ku, her daxwaziyên zarokên xwe bînin cih.

Memo û Nîhat ve hinekî mezin bibûn, Nîmet biçûk bû, wî qasî wan zêde tişt fêhm nedikir. Di gundê wan de çend bîsîkletên zarokan hebûn, dilê Memo û Nîhat ve li ser bîsîkletekî gelekî dikeliya, wan jî dixwest ku bîsîkleteke wan hebe. Ji dê û bavê xwe daxwaziya bîsîkletê dikirin, lê dê bavê wan yên reben nikaribûm ku, ji delaliyên xwe re bîsîkletekî bistînin, dilê dê û bavê wan jî gelekî diêşiya lê çi ji dest tê ku pereyên wan tunebûn. Memo û Nîhat ve bi salan xiyala bîsîkletekî ve rojên xwe borandin, çi kirin û nekirin dîsa jî nikaribûn ku ji xwe re bîsîkletekî bistînin. Pereyê bîsîkletekî berhev kirin ji boy wan herdu birayan pir dijwar bû. Di gund de çend bîsîkletên zarokan hebûn, Memo û Nîhat ve diçûne nava gund, hevalên wan bîsîkletên xwe dajotin wan jî, ew mêzedikirin. Ew zarokên ku bîsîkletên wan hebûn, bîsîkletên xwe kirê dinane zarokan, car carna pereyê Memo û Nîhat ve hebûya, bi deh hezar lîreyî ve tûrek dajotin, lê bi tûran va hesreta wan a bîsîkletê neditemirî.

Rojekî xortên gund, pêşbaziya hespan lidarxistin ango hesp dane revê, hemû xortbûn lê Nîhat zarokbû, Nîhat ji bavê xwe re got "Bavo ez jî dixwazim ku, bi meîna me ya boz ve beşdarî pêşbirka hespan bibim".
Bavê Nîhat ji Nîhat re got "Kurê min, ev hemû xortên mezin in, tu jî zarokî, wê te di nava xwe de bipilçiwînin".
Nîhat got "Na bavo, ew nikarin min bipilçiqînin, ezê beşdar bim".
Bavê wî got"De tu beşdar be, gava tu bibî yekemîn, tu çi bixwazî ezê ji te re bistînim".

Nîhat bi meîna boz ve, beşdarî reva hespan bû, revê destpêkir, herkesî bi coşeke mezin ve, qamçiyên xwe hespên xwe xistin. Reveke dûr û dirêj bû, wusa bibû ku hesp bi xwedênê de bûbûn mîna avê, di dawiyê Nîhat bû yekemîn, xortekî gelekî ji Nîhat mezintir ê bi navê Qesoyê Hesen jî bû duyemîn. Nîhat çawa ku bû yekemîn, ji hespa xwe bazda û ber bi bavê xwe çû, bavê wî, wî çaxî gelekî ji kurê xwe re serbilind bibû, ji ber ku ew hemû xortbûn lê Nîhat zarokekî gelekî biçûk bû. Herkesî ji bavê Nîhat re digot" Maşalla kurê te mîna qitîtkê kulê ye, ew î hemû xort kire sosret, giş hember vî zarokî rezîl û elewat bûn".
Nîhat çû cem bavê xwe, bavê wî bi tevî henekan zincîra hespê havîte stûyê Nîhat, got "Han ev jî xelata te ya yekemîn bûnê ye".
Nîhat got"Na welle bavo, ji min re çi, ne got tu bibe yekemîn tu çi bixwazî ezê ji te re bistînim".
Bavê wî got "Tema kurê min, ezê bistînim, ez nabêjiim ez nastînim, ka bêje tu çi dixwazî"?
Nîhat got"Bîsîklet".
Bavê wî got"Çiqasî ye bîsîklet"?
Nîhat got "Bîsîkleta Timoyê Silo heye, milyonekî dixwaze lê emê hinekî kêm bikin".
Bavê wî got"Kurê min, vê gavê ewqas pereyê min tune ye, lê ezê hêdî hêdî bidim te ji xwe re bistîne".

Bavê Nîhat gelekî dixwest ku ji kurê xwe re bîsîkletê bistîne lê tu çarî nikaribû ku di carekî de ewqas pereyî berhev bike, çend caran pere da Nîhat, di dawiyê de bû şêst hezarê Nîhat, lê êdî derfeta bavê wî nemabû ku pereyan bide kurê xwe. Kalikê Nîhat ji wî re got "Tu here ber deweran, wan biçêrîne ezê her roj, her roj bîst hezar pere bidim te".
Nîhat qebûl kir, wusa çend rojan çû ber deweran kalikê wî her roj bîst hezar pere didayê, lê piştî demekî, êdî kalikê wî jî ew bîst hezara nedidayê. Bi giştî bûbû çar sed hezar lîreyê Nîhat, Nîhat hemû pere dabû cem Memoyê kekê xwe. Êdî tu hêviya wan nemabû ku ji xwe re bîsîkletekî bistînin, herdu bira pir ber xwe diketin. Ew çarsed hezarê wan wusa di destê wan de mabû.

Piştî çend mehan li bajêr, apê wan gazî Memo kiribû, gotibû bira were bajêr, tevî me qehweya me binêre, bira alîkariya me bike. Memo çûbû bajêr, Nîhat li gund tena serê xwe mabû, gelekî bêriya Memoyê kekê xwe dikir, Memo kekê wî bû lê mîna du hevalan bûn. Hin caran dawiyê hefteyê Memo dihate gund, digot tu qet meraq neke, ez li bajêr im, ew her roj pereyan didine min, ezê rojekî wê bîsîkleta Timo bistînim. Nîhat gelekî şabibû, lê dîsa jî ji ber tenêbûnê ber xwe diket, ji Memo re digot "Ez gelekî bêriya te dikim, xwezil tu qe neçûyayî".
Memo got" Ez jî zef bêriya we dikim, hin caran şev di nava cî de bi dizîka ve, bi bê dengî digirîm".

Piştî çend mehan Memo ser wî çarsed hezarê wan de, şeş sed hezar dîsa berhev kir, bû milyonekî wan. Dawiya hefteyekî hate gund, mizgîna da Nîhat, got "Min pereyê bîsîkletê berhev kir, êdî wê bîsîkleta me jî hebe". N'ihat wusa şabibû ku baskên wî hebûna wê bifiriya. Memo ji Nîhat re got "Tu li malê bisekine, ezê herim ji Timo re xeberdim, ger em hev bikim, ezê bîsîkletê bîstînim".
Nîhat li malê ma, Memo çû cem Timo, Nîhat dua dikir, digo "Xwedê înşela wê bibe û Memoyê bîsîkleta Timo bistîne". Çavên Nîhat li rê bû, benda hatina Memo bû, piştî çend saetan dît ku Memo di dest de bîsîklet, li jorda tê, Nîhat wusa şabû ku tiştekî nedîtî, rabû ber bi Memo revî. Çû li bîsîkletê nêhêrî ku, bîsîklet xirbeyan e, lastîkên wê teqiya ne, fîrenên wê nîn in, Nîhat mirûzê xwe kir got "Ka emê çawa vê xurdeyê bajon"?
Memo got "Tu berxwe nekeve û ji min amin be, ezê çêkim".
Memo bîsîklet heftsed hezarî stendibû, mabû dused pêncî hezarê wan, Di serê xwe de plan kiribû ku ew î pereyê mayî ve bîsîkletê çêbike. Roja duşemê Memo bîsîklet hilda û çû bajêr, wî du sed pêncî hezarê mayî ve, bîsîklet çêkir. Roja şemiyê bi bîsîkletê ve hate gund, xewta Nîhat ew dît, metal ma, bîsîklet wusa guherî bû ku Nîhat ew nasnekir.
Memo got "Min ji te re negot, ezê çê bikim".
Memo bîsîklet da Nîhat, Nîhat bîsîklet hilda berê xwe da nava gund, bi dilê xwe, bîsîklet di nava gund de ajot, yalîkî de dajot, yalîkî ve jî qurneya bîsîkletê dixist, herkesî Nîhat dinêrî. Wî serê gund diçû serê din, wî serî jî diçû serê din. Êdî dinya bûbû ya Nîhat. Bi dilê xwe Bîsîklet ajot, paşê çû malê cem Memoyê birê xwe.
Memo got "Ez bîsîkletê nabim bajêr, lê tê jî miqatî xwe bî, dernakevî serê rêyan, xewta maşîne tên tê mikateyî xwe bî temam"?
Nîhat got "Temam welle, hema te çawa gotiye, ezê gotina te bikim".

Memo dîsa çû bajêr, Nîhat ma li gund. Dîsa bêriya hevudu dikirin lê vê carê qasî Memo nêzîk nebejî bîsîkleta Nîhat hebû. Nîhat di nava çend mehan de bû hosteyê bîsîkletê, bi her havî bîsîklet dajot, serê wê radikire şipê se lastîkekî dajot, herdu destên xwe berdida wusa dajot, xwe fîrenên bîsîkletê xerabûbûn bi pêlava xwe va fîren digirt. Gundiyan digot "Ev geda şeteleye, afate, aşîte çiye? qirfê xwe vê bîsîkleta qijik dike, ev wuha, çawa dajo vê bîsîkletê, wê rojekî bikeve bimire"? Lê tiştek ji Nîhat nedihat, Nîhat êdî zimanê bîsîkletê zanibû, cihekî wî bîsîklet li wê derê naajotibû nemabû, rojekî got "Ezê derkevime ser çiyayê hindara meytewê û ji çiyayî berjerî xwerê bibim". Û wusa jî kir, herkesî digot é Kuro lawo, tu dîn î, tê çawa ji wî çiyayî berjêrî jêrê bibî, tê perçe perçe bibî"?
Wî got "Na min carekî gotiye, ezê bi bîsîkletê ve, ji wî çiyayî berjêrî jêrê bibim".

Rojekî Nîhat berê xwa da çiyayê meytewê, hemû zarok û xort peyê wî çûn, ew li jêrê sekinîn, Nîhat derkete serê çiyê, ciyê herî jor, derkete ser bîsîkletê û xwe berda jêrê. Bîsîklet ji hevraz de wusa berjêr dihat ku, mîna birûska kulê, bîsîklet wusa diçû ku, bayekî mîna bagera zivistanê ber guhên Nîhat dixiste guje guj, bi ba ve çavên Nîhat de hêsir dihatin. Nîhat bi bîsîkletê ve, berjêrî jêrê bû, qet tiştek jê nehat, herkes şaş û metel mabû, digotin"Qe tiştekî wuha dibe, çawa zarokek bi bîsîkletekî ve, ji vî çiyayê hanê berjêr dibe".

Piştî berjêrbûna Nîhat a çi çiyê, herkesî qala wî dikir, digotin "Ev geda dîn e, qirfê xwe bi ezraîl dike".
Di gund de, xortekî gelekî ji Nîhat mezintir hebû, navê wî Îlmazê Xalis, got "Çiye, ez jî dikarim ji wî çiyayî berjêr bibim".
Îlmaz bîsîkleta xwe hilda û heya nîvê çiyê derket û ji nîvê çiyê bi bîsîkletê ve ber bi jêrê berda, hinekî hat, paşê bîsîklet yalîkî çû, Îlmaz yalîkî çû, wusa bû ku bîsîklet bela belayî bû. Her devera Îlmaz bûbû birîn, milet jê re got "Nede zora xwe tu mîna Nîhat nikarî, kesek mîna wî nikar, binêrin ew î xwe ji herî jor de berda tiştek lê nehat, lê te xwe ji nîvê çiyê da berda tu ketî çi halî"?

Li jora gundê wan, rêyek hebû jê re digotin rêya şoşê. Rojekî zarokên gund bi bîsîkletan ve çûne rêya şoşê, gotin "Emê ser rêya şoşê, bîsîkletên xwe bajon". Çûn wusa kirin jî, kamyoneke mezin hat, hat hevalekî Nîhat yê bi navê Alik xist û Alik mir.

Piştî mirina Alik, êdî bîsîklet ber Nîhat reş bû, êdî zêde bîsîklet heznekir û nediajot. Kengê bîsîkleta xwe dinihêrî Alikê hevalê wî dihate bîra wî û gelekî ji bîsîkleta ku berê evîna wî bû diqehirî. Nîhat bîsîkleta xwe hilda û havîte tewleyê û êdî neajot, lê dîsa tu carî bîsîkleta xwe nedifiroşt. Piştî çend salan mala wan hate bajêr, bîsîkleta xwe jî, ji xwe re hanî bajêr. Di binê mala wan a nû de depoyek hebû, bîsîklet havîte wî depoyê û bîsîklet li wê derê ma. Nîhat mezin bû, temenê wî nêzîkî sihî bû lê hê jî bîsîkleta wî heye. Car carnan diçe bîsîkleta xwe mêze dike, Alikê hevalê wî û zaroktiya wî ya bi zehmet tê ber çavên wî û çavên wî tije hêsir dibin.

Nîhatê Agirî


26.05.2012

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder