10 Haziran 2012 Pazar

Mîhrîcana Sîpanê berdewam dike


Agirî - 3'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Sîpanê ya ji aliyê Şaredariya Patnosê ve tê lidarxistin bi bernameyên cuda berdewam dike.


3'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Sîpan a ku bi slogana "Evîna Xecê û Siyabend li qontarên Sîpanê bi hunerê ji nû ve şîn dibe" destpê kir bi bernameya dengbêjên herêmî berdewam kir. Piştî guhdariya dengbêjan li Navenda Çandê ya Serhatê fîlma "Kûsî jî dikarin bifirin" hate pêşandan. Piştî pêşandana filîmê şanoya bi navê "Buka Barane" hate lîstin. Li qada mîhrîcanê heta derengê şevê bi tevlîbûna hunermendên herîmî konser hate dayîn. Mîhrîcan îro jî dê bi pêşbirka hespan, panel û konsera Renas Amed, Koma Solin û Agirî Jiyan bi dawî bibe.


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder