12 Haziran 2012 Salı

Aksoy wesayîta polîs a ku zarokan dikujin ji Wezîr pirsî


Enqere - Parlamenterê BDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksyo der barê zarokê bi navê Yusuf Yilan yên li Erziromê wesayîta zirxî ya polîsan lê xist û jiyana xwe dest da de pirsnameyake da Wezareta Navxweyî ya Tirk kir. Aksoy da zanîn ku der barê ajokar de karûbarên hiqûqî û îdarî hatine kirin an na.


Aksoyê ku pirsname şand ji Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn re, ji wezîr pirsî; Di encama qezayê de tespîta kusur hatiye kirin an na, her wiha ger ku hatiye kirin rêjeya kusur çiqase.

Aksoy xwest hîn bibe der barê ajokar de lêpisîn hatiye dest pê kirin an na. Aksoy xwest wezîr Şahîn van pirsan bibersivîne;

Di 20 salên dawî de wesayîtên zirxî tevli çend qezayên trafîkê bûne? Li gorî salan çawa çêbûye?

Ji van qezayan çend heb li welatiyan qelibîne?

Di van qezayan de bi giştî çend welatiyan jiyana xwe ji dest dane? Ji vana çend heb zarokin?

Der barê çend ajokarên wê de lêpirsîn hatiye dest pêkirin? Ji vana çend heb memurên dewletê ne?


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder