11 Haziran 2012 Pazartesi

Aksoy: Kesek jî bimîne dê têkoşînê berdewam bike


Agirî - Operasyona li Colemêrg û navçeya Bazîdê ya Agiriyê serê sibê pêk hat, hate şermezarkirin. Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, diyar kir ku ew tenê kesek jî bimînin dê ji gel re xizmeta xwe berdewam bikin û wiha got: "Kesên xizmetê dikin qeleş in an kesên ji bo van xizmetan asteng bikin, girtinan pêk tînin qeleş in."


Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê operasyona siyasî ya serê sibê li navçeyê pêk hat li ber avahiya partiyê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Mehmet Bîrdal, diyar kir ku operasyonên siyasî yên qirkirinê 3 salin li ser BDP'ê berdewam dikin. Bîrdal, operasyon şermezar kir û wiha got: "Dixwazin bi vê yekê partiya me hilweşînin lê sernakevin."

'HIQÛQ VEGUHERINDENE ZILMÊ'

Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî diyar kir ku dixwazin li Bazîdê rêyên demokratîk bigirin. Aksoy, anî ziman ku ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir e û wiha got: "Hemû kesên silav didin me û bi helwesta mirovahî digerin tên girtin û rastî gefan tên." Aksoy, da zanîn ku êdî hiqûq û edalet nemaye û wiha axivî: "Hiqûq bi awayekî aşkera veguherandin zilmê û em vê yekê qebûl nakin. Hes ke bikujin, mirineke bi rûmet ji jiyaneke bêrûmet baştir e." Aksoy, bilêv kir ku ew teqez dest ji xizmetên ji bo gel dikin bernadin.

'EM KESEK JÎ BIMÎNIN EM DÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN'

Aksoy, destnîşan kir ku bi binçavkirina wekîlê şaredar li şaredariyê tu kes nema ku şaredariyê bike û wiha axivî: "Em kesek tunê jî bimînin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Armanca van operasyonan ew e ku gel birînên xwe dermaneke ye. Lê nizanin ku Bazîd wolqaneke. Ev wolqan dê we jî bişewitîn e." Aksoy, operasyon weke "qeleştî" binav kir û wiha pê de çû: "Serokwezîr derdikeve dibêje 'BDP qeleş e' Lê yên vê yekê dikin qeleş e. Kesên ximetan asteng dikin û bi vê armancê girtinan pêk tînin qeleş e."

'BIRÊZ ABDULLAH OCALAN MUHATABE'

Aksoy, da zanîn ku muhatabê çareseriya pirsgirêka kurd diyar e û wiha axivî: "Muhatab Birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber ku herî zêde gotinên wî derbasdar in. Hun me bikujîn jî hun nikarin têkêliya me kesên çiya re bibirin. Lê heke hun bixwazin ên çiya bên wê demê hûnê Birêz Abdullah Ocalan muhatab bigirin. Ji ber ku heke Birêz Abdullah Ocalan bêjin we rin dê yên çiya bên."


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder