2 Haziran 2012 Cumartesi

Girtinên li Agiriyê hatin şermezarkirin


Agirî - Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy li hemberî 16 kesên li Agiriyê hatin girtin nerazîbûn nîşan da û got; "Li Tirkiyeyê ne edalet êdî zilm serdeste."


Li Agirî û navçeyên wê di encama serdegirtinan de binçavkirin û girtinên 16 kesan bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin. Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî di nav de gelek kes tevlî daxuyanniyê bûn. Rêvebirê BDP'a bajêr Hakan Aslanboga daxuyanî da û got;

"Hikûmeta AKP'ê bi zanebûn xebatên ji bo aştiyê tên kirin asteng dike. AKP hewl dide ku civakeke li gorî xwe bêdeng û bê bertek nîşan biafirîne. Qasî ku nerazîbûnên dijî operasyon û komkujiyan pêş dikeve hikûmeta AKP'ê jî ew qasî bihêrs dibe. Bi rojevên beletewş dixwaze rojevê bifetisîne. Li şûna edaletê zilmê pêş dixîne. Qasî ku em bijîn em ê li dijî zilmê derkevin. Em ji bo kesên deng didin AKP'ê dibêjin, AKP ji we hêz digire û leşker û gerîllayan dikuje. Ji we hêz girt û komkujiya Roboskiyê pêk anî. Bêy ku bibêje ev jin e, ev zarok e êrîş dike. Bi hêza ku ji we digire bombeyên xazê bi ser vî gelî de dibarîne."

'EM DÊ DIJÎ VÊ ZILMÊ DERKEVIN'

Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî destnîşan kir ku, li Tirkiyeyê li şûna edaletê zilam serdeste û wiha axivî: "Tevî van girtinan em dê têkoşîna xwe bidomînin. Em dê liber xwe bidin. Em dê cihê hevalên me yên hatine binçavkirin tijî bikin. Em dê tu caran li hemberî vê bêedaletiyê stûyê xwe xwar nekin. Hikûmeta AKP'ê li gorî xwe hiqûqê sererast dike û zilmê li mirovan dike. Em dê li hemberî vê zilmê derkevin."


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder