11 Haziran 2012 Pazartesi

Filekî Ji Agiriyê 76 Sal Beriya Vê Bi Kurdî Pirtûk Nivîsand


Sîrasê ermenî 76 sal berê bi kurdî nivîsiye

Diyarbekir, 4 Gulan (AKnews) – Nivîskarê ermenî Sîras, beriya 76 salan du berhemên bi kurdî yên çîrokan nivîsand. Berhemên Sîras, vê heyamê dê li Bakur bên çapkirin.


Weşanxaneya Lîs amadekariya çapkirina berhema Sîras (Hîmayag Sahagî Vosganyan) dike.

Berhema Sîras a kurteçîrokan a bi navê Letîfe, beriya Pêşangeha Pirtûkan a TUYAP’a Diyarbekirê dê li ber destê xwêneran be, çîroka jiyana Sîras pir balkêş e.

Kawa Nemir ku edîtoriya berhema Sîras a bi navê Letîfe kir, derbarê wêjeya Sîras de, ji AKnewsê re wiha got:

“Sîras beriya her tiştî nivîskarekî pir xurt e. Qetlaz û jêhatî ye. Sîras di kurteçîrokê de bêhnfireh, şareza, gerdûnî û xwedî hêz û şiyaneke gewre ye. Berhemên xwe yên bi kurdî, bi kurmanciya me ya Serhedê nivîsandiye.”

Nemir bal kişand ku mirov ji berhema kurmancî ya Sîras fêm dike ku beriya 90 salan kurdî ji îro dewlemendtir û kûrtir bûye.

Nemir, li ser berhemê ev wih daxuyand: “Sîras, b me dide zanîn ku mijar kurdî be, zimanê me zerengiyeke xwe ya bêserî û bêbinîj heye. Lê belê heke nivîskarên me yên îro bikaribin vê yekê bibînin û zimanê xwe rakin ser zîn. Letîfeya Sîras, dê di serdema dîroka wêjeya kurdî de para ku behsa kurteçîroka bi kurdî dike, ji serî de bê nivîsandin.”

Nivîskarê ermenî Sîras ku berhemên xwe bi kurdî jî nivîsandine, di 15’ê sibata 1902’an de li Zêdkana Agiriyê ji dayik bûye. Di 1914’an de bi malbata xwe re koçberî paytexta Gurcistanê Tiblîsê dibe.

Sîras, li vir di çapxaneyek de dest bi karê tîprêziyê dike. Di sala 1021’ê de li Yerîvana Ermenistanê bi cih dibe. Di navbera salên 1922-1925’an de, di kolêca Dîrokê de dixwîne. Di 1924’an de, dibe endamê Partiya Komonîst a Yekîtiya Sovyêtê.

Sîras ji sala 1927’an heta 1933’an di Kovara Panvorê (Karker) de edîtorî dike. Di 19327’an de Enstîtuya Rojnamevaniyê ya Moskowê kuta dike. Her wiha di komeleya nivîskarên ermenî de, sekreterî dike.

Sîras heta dawiya emrê xwe gelek roman, kurteçîrok û berhemên cur bi cur ên bi zimanê ermenî dinivîse. Du berhemên xwe jî bi kurdî dinivîse. Sîras ku di 1983’an de li Yerîvanê jiyana xwe ji dest dide, di saxiya xwe de Xelata Sor a Kedê û Stêrka Sor werdigire. Berhemên wî bi zimanên cur bi cur hatine wergerkirin.

md (AKnews)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder