13 Haziran 2012 Çarşamba

Nasnameya 2 gerîlayên li Agiriyê jiyana xwe ji dest dan


Behdînan - Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya du gerîlayên di 9’ê hezîranê de li navçeya Giyadîna Agiriyê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.


Di daxuyaniyê de hat gotin; “. Di 9'ê Hezîranê de li navçeya Diyadîna Agiriyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxistin. Di 11'ê Hezîranê de di saet 17.45'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de du rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane:

-Çetîn Kirmizi, bi nasnavê Nasir Cîhan, Cihê jidayikbûnê: Erdîş, Wan, Dîroka tevlêbûnê: 1999

- Îbrahîm Yildiz, bi nasnavê Egîd Serfiraz, Cihê jidayikbûnê: Bazîd, Agirî, Dîroka tevlêbûnê: 2010


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder