13 Haziran 2012 Çarşamba

Li Bazîdê 8 kes hatin girtin


Agirî - Ji 16 kesên li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin jê 8 kes hatin girtin.


Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê 3 roj berê di serdagirtina malan de 16 kes hatibûn binçavkirin û biribûn Midûriyeta Polîsan a Agiriyê. Piştî îfadeyên 8 kesên li midûriyeta polîsan bi dawî bûn birin Bazîdê û sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê 8 kes sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" biryara girtina 8 kesan da. Navên kesên hatin girtin ev in; Rêvebera Rêxistina BDP'ê ya navçeyê Fîgen Can, endamên Meclîsa Şaredariya Bazîdê Şerîfe Gunhan, Reşît Saruhan, Îbrahîm Demîrden, Melayê teqawîtbûyî Resul Înat, rêveberên TUHAY-DER'ê Fatma Oral û Bîşar Ekrem, Xebatkarê Navenda Giştî yê BDP'ê Umut Baran Kîran.

Hate zanîn ku 7 kesên di binçavan de jî dê sibê derxin dozgeriyê.


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder