13 Şubat 2013 Çarşamba

Pişîkîstan û Mişkiye


Ji welatekî dûr hat, mişkekî koçber
Xapand pişîk, bi gotinên rastiyê der
Got: Em birane, em bidin hev dest-
Emê bijîn, tim bi serketî û serdest


Pişîk jê bawer kir, vekir jê re derî
Hilda mala xwe, ew kire taca serî
Got: êdî ez nahêlim, tu ji vir herî-
Em tim biran e, heya bijîn ev serî

Sal derbaz bûn, çû gelek zeman
Mişk tevger çêkir, tevî hemû zaliman
Roj bi roj mezin bû, reşand wî tov,
Tov hêşîn bû, mişkê bira çû hat yê hov

Mişk, pişîk ji text berjêr kir
Qesr, ji xwe re desteser kir
Welat seranser, serûbin kir
Mîritî ji herkesî re eşkere kir

Rêxistinî xurt kir, bû Mîrmişk
Roj bi roj zilm kir, ew ê dilhişk
Pişîkîstan guhirand, kir Mişkiye
Dinyayê, dekên wuha nedîtiye.

Nîhatê Agirî
27.05.2012

Çavkanî: http://www.serhed.org

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder