22 Şubat 2013 Cuma

Destê xwe ji xebatkarên me bikişînin


Belavkarê rojnameya me û yê Ozgur Gundemê Vedat Aydin, rastî gefa polîsan hat. Rojnameger Aydin, diyar kir ku polîs ji wî dixwazin ku rojnameyê belav neke û wiha got: “Ew çi bikin jî ez dest ji xebata xwe bernadim.”


Li aliyekî dadgehên AKP’ê rojnamegerên kurd davêje zindanê li aliyê din jî polîsên AKP’ê gefan li xebatkarên rojnameyên dixwin. Li hemû bajarên ku xebatkarên rojnameya me û yên Ozgur Gundemê lê hene bi gefên polîsan re rû bi rû dimînin. Ligel vê pêkanîna dermirovahî dîsa jî xebatkarên rojnameyên kurd bi dilsozî xebatên xwe didomînin. Ji van xebatkaran yek jê jî xebatkarê rojnameya me û yê Ozgur Gundemê Vedat Aydin e.
Rojnameger Aydin ê ku li Agiriyê rojnameyên me belav dike, der barê zextên li ser wî tê meşandin agahî da. Rojnameger Aydin, diyar kir ku dema li kolana Cumhuriyetê rojname belav dikirin ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û rastî gefan hat. Aydin, destnîşan kir ku polîsan ew rawestand û gef li wî xwarin û ev tişt anî ziman: “ Polîs hatin cem min û gotin ew çiye tu belav dikî? Tu hêj ciwan î? Tu dê serê xwe têxî belayê. Wekî din karê tu bikî tune ye? Here ji xwe re karekî din bibîne? Ji min re gotin. Min jî bersiva ku ez ê xebatên xwe bidomînim da wan.” Aydin, anî ziman ku zext û zor çi dibe bila bibe ew ê dest ji vê xebatê bernede û heta ji destê wî bê wê vî karî bimeşîne.

Çavkanî: Rojnameya Azadiya Welat

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder